Nûçexane – Di malpera Radyoya Dengê Amerîka beşa Kurdî de, ji bo niqaş û pêşvebirina zimanê kurdî blogek bi navê ‘Ziman û Jiyan’ hat vekirin.
Bloga ‘Ziman û Jiyan’ ji aliyê xebatkarê Radyoya Dengê Amerîka (VOA) beşa kurdî Robîn Reşvan ve tê birêvebirin û tê hêvîkirin ku, li ser vê blogê nîqaşên li ser pêşxistina zimanê kurdî werin xurtkirin.
Armanca çêkirina vê blogê wekî vekirina qadeke niqaşa li ser zimanê kurdî ya li welat û derveyî welat hatiye ravekirin.
Ji bo bloga li ser malpera VOA Kurdish, ji xwendevan û guhdaran tê xwestin ku bi dîtîn, raman, pêşniyar û rexneyên xwe beşdarî niqaşan bibin û blogê dewlemendtir bikin.
Ji bo girêdana bi bloga ‘Ziman û Jiyan’ re ji kerema xwe http://blogs.voanews.com/kurdish/zimanujiyan/2011/04/18/9/ bitikînin.
Nûçexane