D.Medvêdêv: Ez û Pûtîn hevalên hev ê 20 salan e

Nûçexane – Serokdewletê Rûsya Dîmîtrî Medvêdêv li navenda zanistî Skolkovo civîneke rojnamevanî li dar xist. Medvêdêv li ser pirsa rojnamevanan a derbarê nelihevîya bi Pûtîn re got, ‘ez û Pûtîn hevalbend in û zêdeyî bîst sal in em hevdu nas dikin’.

Medvêdêv di civîna rojnamevanîyê de pirsên rojnamevanan bersivandin. Medvêdêv ji bo pêwendîya xwe û Pûtîn got, ‘Em ji 20 salan ve hevdu nas dikin. Planên me yên stratêjîk di bareya geşkirina Rûsyayê de weke hev in. Lê ev nayê wê wateyê ku ew di hemû arasteyan de weke hev hizir dikin.’ Medvêdêv her wiha daxuyakirin ku, hinek cîyawazî di navbera wî û Pûtîn de hene, lê ne mezin in.

Li gor agahîyan Medvêdêv her ku niha diyar nekiriye ji bo serokatîyê xwe berpêş bike jî, çav li rê ye bibe xwe bike namzetê serokatîyê. Lê tê ragihandin ku, V. Pûtîn jî heta niha sînyalek nedaye ji bo serokomarîyê û Medvêdêv jî bi awayekî eşkere bersiva pirsên li ser mijarê nade.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s