Fatma Savci: Min kurdî li çiyê, wêje li zindanê bi pêş xist

Nûçexane – Diyarbekir, 30 Gulan (AKnews) – Helbestvana Fatma Savci ku di helbesta kurdî de gelek berhem dane, diyar kir ku ew li çiyê di nava refên gerîla de li ser berfê hînê tîpên kurdî bûye û helbestên xwe yên li zindanê jî li ser pelên cigareyê nivîsandiye û bi dizî derxistiye derve. Savci, destnîşan kir ku zarokek çiqas li ber dilê diya xwe şêrîn be, helbestên wê jî li ber dilê wê ewqas şêrîn in. 

savcifatma

Fatma Savci

Helbestvan Fatma Savci ku demek di nava refên gerîlayên PKK’ê de ma, 12 salan di girtîgehê de ma û niha yek ji baştirîn helbestvana kurd a jin e, çîrok û serpêhatiyên xwe yên balkêş ku heta niha bi kesî re parve nekiriye, ji AKnews’ê re vegot.

Em ji gundê te dest pê bikin. Gund û malbateke çawa bû?

Ji Gundê Girêmîra me. Bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ye. Girêmîra berê gundê sûryaniyan û kurdan bû. Bi awayekî zanebûn nebe jî neteweperwer in. Ji berê de tesîra Barzaniyan li ser wan hebû. Axaftina bi kurdî rûmet bû, axaftina bi tirkî gelekî şerm bû. Heta hinekî dema diçûn bajar, dema dibihîstin hinek ji wan bi dikandaran re bi tirkî axivî ne, henekê xwe bi wan dikirin. Tiştên kurdewar gelek li pêş bûn.

Têkiliya kurd û sûryaniyan çawa bû?

Mezinên me dikarîn bi sûryanî biaxivin, sûryanî jî dikarîn bi kurdî biaxivin. Ew bîranîneke pir xweş e. Li cejnên hev digeriyan. Tesîra xwe li ser cejnên hev kiribûn. Li tu derê di cejnên misilmanan de hêkên nexşandî tunebûn lê li cejna gundê me de hebû. Ew ji çanda fileyan hatibû. File jî ji bo ku misilman herin cejnên wan, li ser sifreya wan rûnên, xwarina wan bixwin, li gorî edetên misilmanan heywanên xwe serjê dikirin.

Baş e te di rewşeke wiha de çawa têkoşîna PKK’ê nas kir?

Em weke hemû ciwanên wê demê, ciwanên serhildanê ku ji qedexebûnan, çewsandinên mezin dihatin, tesîra siyasî bêhtir li ser gundê me hebû. Ji ber ku em nêzikî sînor bûn, qaçaxçiyên me gelek hebûn. Leşkerên tirk gelek caran êrîşê ser gund dikirin. Hemû jin û mêr dicivandin û li wan dixistin. Paşê bûyerên siyasî dest pê kirin. Ev çewsandin bêhtir çêbûn. Bi tanqan êrîşê ser gund dikirin. Bûyera herî mezin bûyera Çiyayê Bagokê bû û 20 gerîla şehîd ketin. Vê bûyerê tesîreke gelek mezin li ser min kir. Jixwe qedexebûna zimanê kurdî gelek problem bû ji bo me. Li dibistana seretayî zimanê kurdî qedexe bû.

Zarok di nava xwe de bi kîjan zimanî diaixvîn?

Helbet digel qedexeyan jî bi kurdî diaxivîn. Bavê me pereyekî pir hindik dida me, lê dema em bi kurdî diaxivîn, mamosteyên tirk ew pere ji me distendin. Ji ber ku bi kurdî diaixvîm, mamoste tim pereyê min ê şekir, nok û çerezan ku bavê min dabû, ji min distend. Min ji wê qedexebûnê hez nedikir. Şekirên ku min xeyal dikir, min nedixwar. Berteka min a pêşîn ne ji bo netewebûnê bû. Ku pereyê şekir û nokên min ji min distendin, ez aciz dibûm. Serhildana min a pêşî ew bû. Ev hemû tişt bûn sedem ku tevli refên gerîla bibim.

Dikarî şeva dawî ku tu ji malê veqetiyayî û derketî çiyê, vebêjî?

Ev biryareke gelek cidî bû ji bo min. Min her tişt xeyal dikir, her tişt difikirîm. Ji ber ku min dizanibû ku gavekî ji bo wê heyatê bavêjim, ez nikarim careke din vegerim. Vegera wê dê gelek zehmet be, bedelek mezin be. 1’ê nîsanê bû. Buhar bû. Ez û du hevalên xwe yên keçik bi hev re derketin çiyê. Ewçax ne ji wî gund û ne jî ji gundên derdorê keçik derneketibûn çiyê. Cara ewil em derketin.

Hûn bi dizî çûn, an malbatê çûna we dizanî?

savcifatmaNa malbatê nedikarî qebûl bike. Me nediwêrî ji wan re bêjin. Ji ber ku wê hingê ne meşrû bû. Malbatan fêm nedikir. Fam bikirana jî dê me asteng bikirana. Dayik bûn, bav bûn. Kezeba wan dişewitî. Ne ew qonax bû ku çekên me bikin destê me, pêlavên makap ji me re bistînin û bêjin oxira we ya xêrê be.

Jiyana te ya kurdî li çiyê çawa bû?

Ji me re kovarên kurdî dihatin. Serxwebûn dihat. Nivîsên wê teorîk bûn, giran bûn. Îdeolojîk bûn. Min nedikarî fêm bikim. Li çiyê hevaleke min a bi navê Binevş, dibistana tirkî nexwendibû. Li çiyê fêrî kurdî bibû. Zivistan bû. Em di kozikê de bûn. Li ser berfê tîpên kurdî xêz dikir, nîşanî min dikirin. Min tîpên kurdî yên li ser berfê min di hişê xwe de qeyd kir. Belkî hişê berfê nebû, belkî berf dikaribû wan peyvan bibe. Lê min di hişê xwe de ew tomar kirin, min ew veşartin.

Te kengê dest bi nivîsandinê kir?

Min bi kurdî rojnivîsk digirt. Notên (têbinî) perwerdehiyê min bi kurdî digirt. Ji ber pereyê şekir û çerezên min tim ji min hatibûn sitandin, min xwe li tirkî nedatanî. Ew tişt qet ji bîra min nediçû. Min li çiyê carek ji qempa tirkî firar kir. Ez çûm a kurdî. Hevalan digot “gelişmeye açıksın” (Cewherê pêşketinê bi te re heye) û dixwestin ez di qempa tirkî de bimînim. Gotin tu yê bi pêş bikevî. Lê sebra min nedihat di qempa tirkî de. Min nedixwest biaxivim. Min rahişt çeka xwe û çûm qempa kurdî. Hevalan got, ev sûcekî eskerî ye, te firar kiriye. Min got, ez nizanim, min ji we re got ez tirkî naxwazim.

Piştre tu hatî girtin. Dema hatî girtin, leşkerên tirk çi ji te re gotin?

Bi rastî ez hêj jî ne ez im. Min ewdem pîvana zimên wenda kiribû. Ji ber ku ez bi nexweşiya tîfoyê ketibûm. Qet tiştekî ji wê demê nayê bîra min. Lê hin heval dibêjin li filan cihî, wexta em di bin çavan de bûn, çavên te girêdayî, dest û lingên te girêdayî bû. Me tu bi kalorîferekî ve girêdayî dîtiye.

Ji ber jinaniya te heqaret li te kirin?

Sal 1992 bû. Ji 15 rojan zêdetir di bin çavan de mam. Ez naxwazim bikevim kîtekîtên îşkenceyê lê niha dikarim vê bêjim; ez dizanim ku wê şop û tesîra wê pêvajoyê dê li hemû jiyana min û jinaniya min bikin. Û dikin jî. Em nikarin di carekî de bibin mirovên normal, jinên normal û jinanîtiya xwe bijîn. Ez wilo bawer im ku hîn lêkolîneke baş li ser giyan û psîkolojiya me kesên ku di wan pêvajoyan de derbas bûne nehatine kirin. Travmayeke gelekî kûr û dijwar e. Ez bawer im em ê tu caran nebin mirovên normal. Ev ne bedbînî ye lê rastiyeke me ye.

Li girtîgehê psîkolojiya te çawa bû, li wir rastê çi hatî?

Piştî hatim girtin, ez birim girtîgeha Colemêrgê. Lê li wê derê girtiyên keç tunebûn. Ez tik û tenê, di odeyek de bûm. Ji heyvek zêdetir mam. Ji min re nan anîn. Di nava rojnameyê de pêçandibûn. Min lê nihêrt li ser rojnameyê wêneyên çar hevalên ku xwe şewitandibûn hene. Min ew bi dîwêr ve kir. Sebra min bi wan dihat. Min cesareta xwe ji wan digirt. Piştre ez li girtîgehên, Elezîz, Çanakale, Stenbol, Afyonm, Mêrdîn, Midyadê mam. Herî dawî ji girtîgeha Mêrdînê derketim. Bi tevahî 12 salan di zindanê de mam. Ji ber ku min parastina siyasî kir û bi kurdî axivîm, cezayê min derxistin 15 salan.

Di parastina xwe de te ji dadger û dozgeran re çi got?

Min got, dibe ku hîn ciwan bim, zarok bim, min tu ked nedabe têkoşîna neteweya xwe, lê eger min başiyek, qenciyek kiribe, xebatek kiribe, ez gelekî serbilind im ji bo miletê xwe. Ev cezayê ku hûn didin ji bo min ne ceza ye, ev ji bo min rûmet e. Bi qasî ku min dizanîbû, min da ser hev. Ez pir bi hêcan bûm. Helbet ez ne pir zane bûm, lê bi qasî zanebûna xwe min tişt gotin.

Te li girtîgehê hêla xwe ya wêjeyê bi pêş xist?

Li girtîgeha Elezîzê, hevalên me bê tecrûbe bûn. Ji ber vê yekê min di girtîgehê de perwerde dida hevalên me. Yanî min nivîsên kovara Özgür Halkê werdigerand kurdî ji wan re. Min wê hingê xwe gelek bi pêş xist. Ji ber ku ez mecbûr bûm ji bo wan werger bikim. Me perwerdehiya xwe bi kurdî didît. Li ba me tirkî tunebû. Min helbestên xwe bi kurdî dinivîsand. Li Stenbolê hevalan kovareke edebî û polîtîk derdixist. Kovar bi tirkî bû. Min di beşa edebî de dinivîsî. Lê paşê min biryar girt, min got ez êdî hew bi tirkî dinivîsim.

Li çiyê te qet helbest nivîsandibû?

Min helbesta xwe ya yekem li çiyê nivîsand. Gelek amator bû.Tenê hestên wilo nepijiyayî hebûn. Hevalekî min birîndar bibû. Min ew li Cûdî nas kiribû. Hevalekî pir pir hêja bû. Navê wî Erdal bû. Ji bo dermankirinê anîn Başûr. Ez jî çend caran weke peywirdar çûm cem wî. Ez gelek êşiyam pê. Wexta şehîd ket, min li ser wî helbestek nivîsand. Hevalek bi min re bû, ew jî li ber bû. Ew tenê giriya, dilê wî êşiya ji xemgîniyê. Lê min ew helbest nivîsand, ne giriyam, ne jî dilê min êşiya. Roja şehîd ketî, min nivîsî.

Ew helbest di bîra te de ye?

Ji ber ku lênûska min kete destê dewletê, mixabin ew helbest jî çû.

Te behsa girtîgehê dikir…

Dema ku Ocalan (Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan) hate girtin, me pêvajoyeke gelek xirab derbas kir. Li ser girtîgehan operasyon dest pê kir. Di rojiyên mirinê de însan mirin. Her êvar û serê sibehê me merşên (sirûd) li ser şehîdan guhdar dikir. Bi qasî mehekî min nexwest bi hevalan re, însanan re biaxivim. Min nexwest derkevim ziyaretê. Min nexwest tu tiştekî bikim. Gelek êşiyam. Wextê ku ceza jî dan Birêz Ocalan ez gelek êşiyam. Mesela di dadgehê de merşa Îstîklalê xwendibûn. Hevalan slogan davêtin, ez ji nava sloganan derketim. Min nedikarî xwe bigrim. Tenê nêzî du rojan ez giriyam. Ketim krîza girînê. Ji bo ku sakîn bibim, derzî li min dan. Piştî wê buxranê min helbestên xwe navêtin. Lê yên berî wî çûn. Piştî wê demê, helbestên ku min di nava wê dema krîza girînê û neaxaftinê de nivîsandin, xelat sitendin. Hêdî hêdî helbestên min piçekî kemilîn.

Roja ku tu ji girtîgehê derketî, hest û ramanên çawa bûn, te çi hîs kir?

Ew kêlî qet nayê bîra min. Lê malbata min dibêje dema min piyê xwe avêtiye derve, min gotiye “Oy çiqas ezman mezin e…”

Tiştekî ku pir zêde jê êşiyabî, niha jî dema tê bîra te kelegirî dibî, hene?

Belê. Malbata min koçberî Stenbolê bibû. Nedikarîn werin Mêrdînê ziyareta min. Piştî 12 salan ez ê ji girtîgehê derkevim lê pêlava min tunebû. Ez li bendê bûm ku ziyaretçiyekî min were û pêlavek ji min re bistîne. Çimkî ez ê derketama lê pêlava min tunebû. Ez gelek hestiyar bûm, li ber xwe ketim. Hê jî dema tê bîra min, dilê min diêşe.

Te helbestên xwe yên di girtîgehê de çawa derxistin derve?

Gulên Qasid dîwana min a yekem e. Li Girtîgeha Bayrampaşayê bûm. Di êrîşa leşkeran de 7 kes mirin. Gelek mirov rastê tacîzê hatin. Dîwarên qawîşên me hemû qul kirin, bombe avêtin hundir. Bi hewliyan (pêşgir) me hewl dida ku em bi jehrê nekevin. Hemû hevalan tiştekî nivîskî xilas nekirin. Lê ez çûm, min helbestên xwe anîn. Hevalan digot, operasyon heye, em dikin bimirin, MG-3 dirêjî me kirine, bombe davêjin hundir, ma niha hawara helbestan e? Min got xem nake, ez dixwazim bi helbestan re bimirim. Min got heke ez van xilas nekim, ez ê careke din dest bi nivîsê nekim.

Te ew helbest çawa derxistin derve?

Min hemû helbestên xwe yên di hundir de yek bi yek li ser pelê cigareyê nivîsandin û bi riya parêzer derxistin derve. Helbestên min pêşiya min de ji zindanê derketin. Ew helbestên li ser pelê cigareyan, hê jî di sepeteke biraziya min de veşartî ne. Di nava cihêzên wê de ne. Pirtûka min a yekem Gulên Qasid ji wan helbestan pêk tê. Ew keda min di ber re daye, ji bo min gelek bi qîmet e. Ji dayikan dema dipirsin kîjan zarok li ber dilê te şêrîn e? Ger zarokeke wan a seqet hebe, ew li ber dilê wan gelek şêrîn e. Gulên Qasid ji bo min ew zarok e. Ji ber ku gelek tişt dîtiye û jiyaye.

PORTRE / FATMA SAVCI

Di sala 1974’an de li Gundê Girê Mîran a Nisêbînê ji dayik bû. Savci piştî ku dibistana seretayî li gund qedand, tevli refên gerîla bû. Bi qasî salek û nîv di nava gerîla de ma. Piştre di sala 1992’an de ji aliyê leşkeran ve hate girtin û 12 sal di girtîgehê de ma. Di zindanan de dest bi helbestnivîsandinê kir û helbestên wê di kovar û malperên Jiyana Rewşen, Azadiya Welat, Tîroj, Peyv, Kovara W, Hîwa, Mavî ve Kent de hatine weşandin. Di 2003’an de ji girtîgehê derket. Di Kurd1’ê de bernameya “Kevanî” pêşkêş kir. Piştre derbasî Swêdê bû û niha li wir mamostetiya zarokan dike. Heta niha dîwanên helbestan “Gulên Qasid”, “Xewnên Zîvîn”, “Birîna Birînê” û ceribandinek bi navê “Şewq û Payîz” nivîsandine. 30/05/2011 Maşallah Dekak / AKnews

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s