Kurdên Xoresanê weşana kurdî ya TVyê dixwazin

Nûçexanê – Kurdên Xoresana Bakur ên Îranê ku serjimara wan milyonek û nîv heye, ji rêvebirîya Şêvraya Îslamî doza weşana bi Kurdî di televizyona Etrek de kir.

 

Li gor nûçeya malpera Partî Demokratî Kurdistan a Îranê, heyamek berî niha xelkê parêzgeha “Xorasana Bakûr” ku piraniya wan Kurd in, çend caran ji îdareya “Deng û Reng” a wê parêzgehê û nûnerên meclîsa Şêvraya Îslamî daxwaz kirine ku kanala televîziyonî ya “Etrek” beşa Kurdî ava bike. Lê di derbarê hewlên xelkê herêmê de, heta niha tu bersiva daxwaza xelkê herêmê nehatîye dayîn.

 

Hêjayî gotinê ye ku, li parêzgehên “Xorasana Bakur” û “ Xorasana Rezevî” nêzîkî 1.5 Milyon Kurd dijîn ku, di serdema împeratorîya Sefevîyan de, ji herêmên Urmîyê, Mako û hwd. bajarên Rojhilatê Kurdistanê koçberî wê herêmê bûne.

Advertisements