Mesûd Barzanî: Em ê tim xizmeta Kerkûkê bikin

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya ji bo gelê Kerkûkê de got, “Em ê xizmeta pêwist ji bo Kerkûk û deverên din ên vebirî bidomînin.”

Li gorî nûçeya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî, di peyamekê de bo xelkê Kerkûkê, diyar kir, ji êş û azarên xelkê Kerkûkê, çi di warê elektrîk û çi di warê xizmetguzariyên din de be, fêm dikin.

Li gorî nûçeyê, Serok Barzanî, daxuyand, hertim li ser gihandina elektrîka herêmê bo Kerkûkê cext kirine û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, di demek herî zû de, hinek elektrîka herêmê bidin Kerkûk û deverên veqetiyayî ji Kurdistanê.

Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:

“Hefteya borî, di civînekê de digel Serokwezîr û cîgirê serokwezîr û wezîrê elektrîkê, biyar hat dayîn, di destpêkê de, 100 mw elektrîk bo parêzgeha xoştevî ya Kerkûkê bê dayîn û ev biryar jî ket pratîkê. Meha bê jî, dê ev rêje bibe 200 mw.”

Barzanî, di dawiya peyama xwe ya Kerkûkê de, wiha got: “Em rijd in li ser nirxandina parêzgeha xoştevî ya Kerkûkê û em dê biçin hewariya welatiyan bi taybet di vê werza havînê de.”  AKnews

Advertisements