Di navbera Kurdistan û Tirkiyê de deriyekî din ê sinor tê vekirin

Nûçexane – Hikûmeta Tirkiyê li ser vekirina deriyekî din ê sinor di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de razîbûna xwe nîşan daye. Herwiha biryar e geşta esmanî ya navbera Hewlêr û Stenbolê bibe rojane.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Azad Berwarî doh pêşwazî li Konsolê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Aydin Selcen kir.

Li gor malpera Xendan, di wê hevdîtinê de herdu aliyan bal kişandin ser giringiya pêşveçûn û xurtkirina têkiliyên di navbera herdu aliyan de, bi taybet jî di warê bazirganî, aborî û çandî de. Herwiha behsa hilbijartinên vê dawiyê yên Tirkiyê jî hatiye kirin.

Aydin Selcen bal kişand ser wê yekê ku Hikûmeta Tirkiyê li ser vekirina deriyekî nû yê sinor di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de rezamendiya xwe nîşan daye. Herwiha wê di demek nêzîk de xeta esmanî ya Tirkiyê geştên xwe yên navbera Hewlêr û Stenbolê zêde bike, biryare geşta esmanî jî bibe geşteke rojane. Azad Berwarî jî kêfxweşiya li beramberî pêşveçûna têkiliyên li gel Tirkiyê nîşan da.

Heta niha veguhestina bazirganî û çûn-hatina bingehin di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de tenê di dergehê sînor ê Îbrahîm Xelîl re tê kirin. Lê Hikûmeta Tirkiyê bi hewldanên herdu aliyan pejirandina xwe li ser vekirina derîyê sinor ê dûwemîn di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de ji bo zêdebûna tevgerên bazirganî yên hene nîşan daye. Rûdaw

Advertisements