Geylanî: Divê derîyê meclîsê ji bo hemû nûnerên Kurdan vekirî be

Nûçexane – Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de, Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Hamît Geylanî, helwesta parlamenterên Kurd ya beşdarnebûna merasîma sondxwarinê dinirxîne.

Birêz Geylanî dibêje, heta ku daxwazên gelê Kurd bicih neyên, ew ê karên xwe li Dîyarbekirê bidiomînin.

Hamît Geylanî her wiha pesnê helwesta Partîya Komara Gel (CHP) jî dide û dibêje, CHP jî baş dike ku sondê naxwe. Divê hikûmet guh bide daxwaza wan û parlementerên enîyê. VOA Kurdî

Hun karin bi vê lînkê guhdarîya hevpeyvîna Robîn Reşvan a ku bi Hamît Geylanî re pêk anîye bikin.

Advertisements