Konseya Bajarî banga “Sonda Kurdî” kir

Nûçexane – Berdevka Civata Konseya Bajarî Zubeyde Zumrut piştgirî li biryara boykotê ya parlamenterên Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê kir û got: “Eger rêya Enqereyê li we girtî ye, wê demê werin di civata gel de siyasetê bikin. Sonda xwe bi kurdî û tirkî bixwin.”


Zubeyde Zumrut îro li bînaya Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)  daxuyaniyeke rojnamegeriyê da û piştgiriya Civata Konseya Bajarî ya bo biryara boykotê ya parlamenterên serbixwe ya bo beşdarînekirina di merasîma sondxwarinê ya di parlamentoya Tirkiyeyê de derbirî.

Zûmrût diyar kir ku biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) yên li ser Hatîp Dîcle û parlamenterên din yên serbxwe yên girtî, ne hiqûqî ne belkî siyasî ne û got:

“Parlamenterên me bi dengên gelê me hatine hilbijartin. Ev parlamenter wekîl û îradeya gel in. Em ji parlamenterên xwe re dibêjin, eger rêya Enqereyê li we girtî be, werin civata gel, di konseya bajarî de sonda xwe bixwin, karûbarên xwe bi rê ve bibin.”

kentkonseyibdpZûmrût li ser pirsa “Gelo hûn dê teksteke nû ya sondxwarinê amade bikin? Sond dê bi kurdî be an tirkî?” ya AKnewsê got, “Emê sibê di seat 11:00an de li bînaya şaxa Diyarbekirê ya BDPê li hev bicivin. Emê awayê dawîn yê teksta sondxwarinê li wir diyar bikin. Teksta sondê dikare tirk û kurdî be.”

Civîna yekê ya BDPê li Diyarbekirê hate pêkanîn

Ji aliyekî din ve grûpa BDPê civîna xwe ya yekê, li Navenda Kultur û Ciwanan ya Cegerxwîn ya Şaredariya Kapapinariyê saz kir. Civîn bi beşdariya 14 parlamenteran bi rê ve çû û parlamenterên din yên BDPê jî bi armanca beşdarîkirina merasîma binaxkirina parlamenterê berê yê BDPê yê Mûşê Nurî Yaman ku duhî ji ber krîza dil canê xwe ji dest dabû, çûne Malazgira ser bi Mûşê. AKNEWS

Advertisements