Kurdên Azerbaycanê Doza Mafê Xwe Dikin

Nûçexane – Li paytexta Azebaycan Bakoyê, bi sernavê `Rewşa Ciwanên Kurd ên Azerbaycanê û di navbera salên 1905-1920an ji alîyê Taşnakên Ermenî ve Komkûjîya 800.000 Kurd` konferansa çapemenîyê hat lidarxistin. Di konferansa rojnamevanî de, ligel babeta têkildarî konferansê mafê perwerdehîya Kurdî jî tê de, gelek daxwazên Kurdên Azerbaycanê hatin ragihandin û hat xwestin ku, pêşî li asîmilasyonê bê girtin.

Konferans 30ê Hezîranê ji alîyê sernivîsarê rojnameya ‘Dîplomat’ Tahir Silêman û Serokê Ciwanên Azerbaycanê Nîcat Cebrayîlov ve li Navenda Çanda Çapemenîya Navnetewî birêve çû.

Li konferansê rewşa cîwanên Kurd ên Azerbaycanê hate niqaşkirin û daxwaz ji serokê Azerbaycanê Îlham Elîyêv hat kirin ku, alîkarîya aborî bide ciwanên Kurd ên Azerbaycanê. Hat xwestin ku, kursên zimanê Kurdî bên vekirin da ku Kurd fêrî zimanê zikmakî bibin, komên folklorê bêne sazkirin, komên şanoyê bêne amadekirin û pêşîya asîmîlasyonê bê girtin da ku Kurd karibin li urf û edetên xwe xwedî derkevin.

Sernivîsarê rojnameya `Dîplomat` Tahir Silêman, bi belge û dokumentan `Komkujîya 800.000 Kurdên Bakurê Kurdistanê` wekî ku ji alîyê Taşnakên Ermenî ve salên 1905-1920an pêk hatîye binav kir û bi arşîvên Ermenî û Rusan li ser mijarê agahî da rojnamevanan.

Tê ragihandin ku, çapemenîya Azerbaycanê ya nijadperest, ji ber amadekirina vê konferansê êrîşî sernivîsarê rojnameya Dîplomatê Tahir Silêman dike û wî wek kesekî propagandaya PKKê dike nîşan dide. Dîsa tê ragihandin ku, metirsîya medyaya Azerbaycanê ew e ku, welatê wan jî li ser pirsa Kurd demên pêş bikeve rewşa Tirkiyeyê. Jêder: Pukmedia

Advertisements