Prof. Dr. Vahît Biçak: Bêyî guhertinên qanûnî jî Hatîp Dîcle dibe parlementer

Nûçexane – Hiqûqnasê Cezayê û Mamosteyê Akademîya Polîsan Prof. Dr. Vahît Biçak, da zanîn ku, ji ber TCKya ku sala 2005an hatibû guhertin, niha tu hincet û asteng ji bo betalkirina parlementerîya Hatîp Dîcle tune ne. Biçak, bal kişand ser xala 53yan a TCKê û got, bêyî guhertina qanûnan jî dikare parlementerîya Dîcle lê were vegerandin.

Hiqûqnasê Cezayê û Mamosteyê Akademîya Polîsan Prof. Dr. Vahît Biçak, piştî şîroveya xwe ya li ser Xala 53yan a Qanûna Cezayê ya Tirkiye (TCK), niqaşeke nû da destpêkirin û parêzerên Hatîp Dîcle jî ji bo sererastkirina biryara YSKê serî li dadgeheke bilindtir da.

Biçak, li ser mijarê bi rêya telefonê beşdarî televizyona TGRTê bû û bal kişand ser qanûna cezayê ya di sala 2005an de hatiye guhertin û got, diviyabû li gor vê qanûnê mehrûmîyeta heq a Hatîp Dîcle jî li gor vê bihata nirxandin û parlementerîya wî ji alîyê YSKê ve nehata betalkirin.

Prof. Biçak, got ku, ligel ku 6 sal di ser guhertina TCKê de derbasbûne jî dadgehên Tirkiye û Sazîya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li gor qanûn û hincetên berê biryaran distînin. Biçak, da zanîn ku, parêzerên Hatîp Dîcle jî piştî şîroveya wî serî li dadgehên bilind dane û destnîşan kir ku, diviyabû xala 53yan a TCKê ji alîyê YSKê û dadgehan ve hatiba fêmkirin û ji ber cezayê ku Hatîp Dîcle berî niha kişandiye mehrûmîyeta heq jî ji holê hatiba rakirin da ku rê li ber parlementerîya wî hatiba vekirin. Nûçexane

Advertisements