Rêxistinên Herêma Kurdistanê Biryara YSKê Şermezar Kir

Nûçexane – Federasyona Rêxistinên Nehukmî yên li Herêma Kurdistanê biryara Sazîya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê (YSK) ya li ser parlamenterê Diyarbekirê Hatîp Dîcle şermezar kir.

Serokê Federasyona Rêxistinên Nehukmî yên li Herêma Kurdistanê Edanan Enwer Beg îro di civîneke rojnamegeriyê de li Hotel Çarçira ya li Hewlêrê got, “ Federasyona me li hemberî biryara YSKê diltengiya xwe derdibire ku namzedê serkeftî yê kurd Hatîp Dîcle ji parlamenteriyê xistiye.”

Beg di berdewamiya axaftina xwe de got, “Em biryar û helwesta YSKê şermezar dikin û piştgirî li boykota merasîma sondxwarin û parlamentoya Tirkiyeyê ya parlamenterên serbixwe yên kurd, dikin.”

Enwer Beg derbarê serkutkirina welatiyan kurd ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve jî got, “Hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî nemirovane reftarê digel xwepêşanderên sûrî dike nemaze digel welatiyên kurd. Em daxwaz li Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo ragirtina pêla serkutkirin û girtina welatiyên kurd, fişare bixin ser Sûriyeyê.”

Serokê Federasyona  Rêxistinên Nehukmî got, “Ev çend roj in artêşa Îranê ji nû ve dest bi topbarankirina navçeyên sinorî yên herêmê kiriye. Em daxwaz li hikûmeta Iraqê dikin ku bo ragirtina wan êrîşan fişarê bixe ser Îranê. Li gor destûrê parastina sinorê welêt di stûyê hikûmeta Iraqê de ye lê hikûmeta Iraqê heta niha li hember domkirina van êrîşan helwesteke dilxweşker nîşan nedaye lewra em daxwaz li hikûmetê dikin ku helwesta xwe ya rasteqîne derbibire û rêgirî li bombebarankirina navçeyên sinorî bike.” AKnews

Hêjayê gotinê ye Federasyona Rêxistinên Nehukmî yên li Herêma Kurdistanê zêditirî 150 rêxistinan li xwe digire.

Advertisements