Îran: Çima ku dînê xwe guhert wê bê îdamkirin

Nûçexane – Li gor raportên giştî yên di çapemeniya Îranê de hatine belavkirin, hefteya borî Dadgeha Bilind a İnqilabê bi hinceta dînê xwe guhertiye û bûye Xirîstiyan, cezayê darvekirinê da Yusif Nederxanî.

Yusif Nederxanî

 

Nederxanî, ji temenê 19 salî ve çûye ser dînê Mesîhî û wê dema hat girtin gehiştibû pleya ‘’Keşe’’ di nav Xirîstiyanên Îranê de. Dadgehê jî bi tawanê ‘’Dîn guhertinê û propagandakirina dînê Mesîhî’’ cezayê darvekirinê jê re derxistiye.

Li gor malpera Hrana, ku ya çalakvanên mafên mirovan e li Îranê, kêmasî di biryara Dadgeha Bilind a Dîwanê ya derheqê Nederxanî de hene. Ger ew keşe bê darvekirin, di hundirê 20 salên borî de dibe yekemîn cezakirina kesekî ku ji ber dest ji dînê Îslamê berdaye were îdam kirin.

Bîst sal berî niha ciwanekî din ê Îranî bi navê Husên Sûdmend, ji ber eşkere bû ku dînê xwe guhertiye û çûye ser dînê Mesîh, li girtîgoreha Meşhed bi tawanê dînê xwe înkar dike hat darvekirin. Kurdî: urmiye.org

Advertisements