Li Kurdistanê Vîrusa Mirîşkan bû sedema metirsîyê

Nûçexane – Li devera Çemçemalê ya Başûrê Kurdistanê vîruseke nû ya mirîşkan xwe da der û tê ragihandin ku, tevahîya mirîşkên deverê ji ber vê vîrusê mirar bûne. Ji ber vîrusê kîloya goştê mirîşkan ji 3 hezar 500 dînarî  bû 5 hezar dînar.

Di nûçeyeke Kurdistan TVyê de ji jêdereke Nûnertîya Komeleya Ajalan a Çemçemalê hat ragihandin ku, li devera Çemçemalê vîruseke nû ya mirîşkan peyda bûye û li deverên vîrus belav bûye tevahîya mirîşkan mirar ketine. Çavkanîya navborî diyar kiriye ku, li deverê ji ber vîrusê zirareke mezin ji xwedîkerên mirîşkan re çêbûye û kîloya goştê mirîşkan jî li herêmê ji 3.500 dînarî bûye 5.000 dînar.

Advertisements