Panzera Polîsan Tirimbêla Sivîl Cût: 3 mirî 6 birîndar hene

Nûçexane – Berê vê sibê demjimêr 05:00an li bajarê Sêrtê panzêra polîsan li trimbêlekê qelibî, 3 kes mirin 6 kes jî birîndar bûn.


Li gor agahîyên bi dest ketine ev bûyera çûnûhatê 5 kîlometre nêzî Sêrtê li rêgeha Sanayîya Biçûk a Sêrtê pêk hatîye. Panzêra polîsan li trimbêla sivîl a bi ajavonîya Farûk Kaya diçû navçeya Bedlîsê Tetwanê qelibî, trîmbêl ji kontrolê derket. Di encama vê qezayê de trimbêl teqle avêt, 3 kes mirin 6 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku, kesên bi navê Sînan Kaya (8 salî), Veysel Kaya (8 salî) li cihê bûyerê, Pinar Kaya (7 salî) li nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dan. Birîndarên bûyera çûnûhatê Farûk Kaya, Ahmet Kaya, Mehmet Hakki, Beyzanûr Kaya, Dilaver Kaya û kesek navê wî/wê dîyar nebûye jî ji bo tedawîyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Piştî bûyerê malbata mirî û birîndaran li nexweşxanê civîya û hat ragihandin ku, ji bo vê bûyerê lêpirsîn hatîye destpêkirin.

 

Advertisements