Îran ji bo roja şehîdkirina Dr. Qasimlo gefan li xelkê Seqizê dixwe

Nûçexane – Ji jêderên bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê tê ragihandin ku, bi nêzbûna roja qetilkirina Serokê Partî Demokratî Kurdistana Îranê (PDK-Î) Dr. Abdûrrahman Qasimlo re rayedarên rejima Komara Îslamî û pasdarên wê, ji bo yadkirina şehadeta Dr. Qasimlo nekin, li xelkê bajêr gefan dixwin.

Dr. Abdûrrehman Qasimlo - 13ê Tîrmeha 1989an Hat Şehîdkirin

Dr. Abdûrrahman Qasimlo, 13ê Tîrmeha 989an li paytexta Awûstralya Wîyanayê dema hevdîtineke bi nûnerên rejima Îranê re pêk tanî hatibû şehîdkirin û hikumeta Awûstralyayê jî bi awayekî fermî ragihandibû ku, Dr. Qasimlo ji alîyê Îranê ve hatiye kuştin. Ji bo yadkirina şehadeta Dr. Qasimlo her sal li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê çalakîyên protestoyî pêk tên û Dr. Qasimlo tê bibîranîn.

Di malpera fermî ya Partî Demokrata Kurdistan a Îranê, kurdistanmedia.com ê de hat ragihandin ku, li gor agahîyên ji jêderên bajarê Seqîzê hatine girtin, rewşa bajêr ji ber nêzbûna roja şehadeta Dr. Qasimlo ne asayî ye. Tê ragihandin ku, ji alîyê rayedar û pasdarên rejimê ve bi cezayên giran gef li esnaf, dikandar û bazirganên bajêr hatiye xwarin da ku beşdarî çalakîyên yadkirina Dr. Qasimlo nebin.  Li gor çavkanîyê, îdareya Îtilaata Seqizê jî di çend rojên derbasbûyî de li ser çend çalakên siyasî lêpirsîn dane destpêkirin.

Her wiha tê ragihandin ku, hêzeke zêde ya Sipaha Pasdaran li bajarên Sine û Miyandoavê hatine bicihkirin û li bajarê Seqizê jî ji bo her livek neasayî amadekarî hatine kirin. Nûçexane

Advertisements