Karayilan: Helwesta Nêçîrvan Barzanî erênî bû

Nûçexane – Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan, li ser daxuyanîya Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Helwêsta herî dawî ya kek Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna ligel Milliyetê de helwêsteke pir erênî dibînim. Em helwêsteke wiha di wextekî wiha girîng de ji hemû hêzên Kurdî hêvî dikin.’’

Karayilan, destpêka vê mehê li quntara Çiyayê Qendîl ligel jimareyek rojnamevanên Başûrê Kurdistanê hevdîtinek pêk anî, piştî rûniştinê di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê behsa daxwiyaniyên vê dawiyê yên Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî kir.

‘Divê Tirkiye rastiya PKKê bibîne’

Nêçîrvan Barzanî, di wan daxwiyaniyan de ku rojnameya Milliyetê a Tirkî 30.06.2011ê belav kirin, derheqê çareserkirina pirsa Kurd de li Tirkiyê dibêje, divê Tirkiye rastiya PKKê bibîne, qebûl bike û plana aştiyê dabirêje, herwiha hem ji bo başkirina rewşê û hem jî bo gotûbêjên derbarê çareserkirina pirsa Kurd de hebûna Serokê PKKê li Îmralî liber çav bigre.

Herwiha daxwaz dike ku ji bo çareseriyeke siyasî ya aştiyane pêngav bo azadkirina Hatîp Dîcle û parlamenterên din ên girtî yên Kurd bên avêtin, nêteke baş beramberî penaberên Kampa Mexmûr bê nîşandan û bêbaweriya di navbera herdû aliyan de ji holê bê rakirin. Nêçîrvan Barzanî wiha diaxife: ‘’Niha top li aliyê Enqerê ye, ji bo aştiyê derfeteke zêrîn heye û divê pêngava yekem ji aliyê Enqerê ve dest pê bike.’’

‘Helwêsta kek Nêçîrvan pir erênî dibînim’

Derbarê wan daxwiyaniyan de Murat Karayilan wiha axifî: ‘’Em helwêstekî wiha di demeke wilo ya girîng de ji hemû hêzên Kurdî hêvê dikin, ji ber em wêna baş dizanin ger dewleta Tirkiyê ji Kurdan bi xwe bê hêvî bibe, neçar dibe were ser xeta çareseriyê, loma divê hêzên Kurdî yên hemû beşên Kurdistanê xwedî helwêstekî bi wî rengî bin, yekdestiyê nîşan bidin û ji bo çareseriyê rastiyê bibêjin, di vê çarçoveyê de ez helwêsta herî dawî ya kek Nêçîrvan di hevpeyvîna ligel rojnamevan Hasan Cemal de ku rojnameya Milliyet belav kir, helwêsteke pir erênî dibînim.’’

Karayilan got: ‘’Wan helwêstên wek yê kek Nêçîrvan di vê demê de hem pêwist dibînim û hem jî di cihê xwe de dibînim.’’ Karayilan, da zanîn ku dema heta 15ê Tebaxê bo wan û Tirkiyê demeke ‘’dîrokî û yekalîker’’ e, ku niha Ocalan li benda bersiva şanda dewleta Tirkiyê ye bo rûniştina rasterast ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan. Karayilan herwiha diyar kir ku biryar e roja 14ê vê mehê şanda dewletê here Îmralî û ligel Ocalan danişe.

Tevahiya hevpeyvîna ligel Karayilan hun dikarin di rojnameya Rûdawê çawa Ewrûpa jimareya 103an de bixwînin. Rûdaw

Advertisements