KCD: Gotin Qedîya Dora Çareserîyê ye

Nûçexane – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) piştî civîna xwe ya derbarê Hatîp Dîcle û parlamenterên din yên ji Doza KCKê girtî ne, ragihand ku gotin qedîyaye û niha dora çareseriyê ye.

Civata Daîmî ya KCKê ya 101 kesî duhî bi beşdariya hevserokê KCDê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, parlamenter û şaredarên BDPê û jimareyek ji nûnerên saziyên civaka sivîl, bi armanca gotûbêjkirin mijarên wek, pêşhateyên dawîn yên siyasî, çalakiyên gel yên demokratîk, statûya xweseriya demokratîk, amadekariyên Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê û azadkirina parlamenterên di zindanê de ne, li Mêvanxaneya Şardariya Diyarbekirê civiya.

Piştî civînê Aysel Tugluk encamnameya civînê xwend û ragihand ku piştî biryara wan a boykotkirina parlamentoya Tirkiyeyê, bo avakirna proseseke nû, erkên girîng ketine ser milê BDP, KCD û saziyên civaka sivîl.

Tugluk diyar kir ku bi hevdîtinên digel rêberê PKKê Ocalan yên li Girava Îmraliyê, pirsa kurdî ketine qonaxa çareseriyê û rêgiriyên li ber parlamenteriya Hatîp Dîcle û parlamenterên din yên serbixwe û operasyonên vê dawiyê yên leşkerî, wek “qonaxa hessas ya ku pirsa kurdî tê de ye” bi nav kir û got: “Kurd êdî ne li benda wê çendê ne ku soz ji wan re bê dayîn. Kurd êdî li benda wê ne, îradeya çareserkirina pirsa kurdî bê nîşandayîn. Rojên pêş me dê helwesta hikûmet û dewletê ya li hemberî çareseriya kurdî, safî bibe. Gavên berbiçav bên avêtin jî neyên avêtin jî erkên birîng li ser milê kongreya me ne.”

Di civînê de biryar hate dayîn, li 30-31ê tîrmeha dahatî de li Diyarbekirê kongreya KCDê bê sazkirin û civînên amadekariyê yên bo Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bên pêkanîn. AKNEWS

Advertisements