Li Tirkiye Mafîya Laşfiroşî û Çîroka Sofîya

Nûçexane – Çîroka laşfiroşiya Sofiya ya Ûkraynî ne destpêke û ne jî dawîye li welatê Tirkiyê. Dibe ku ew yek ji deh hezarane ku ketîye xefka şaxên tora mafîya laşfiroşîyê.

Çîroka laşfiroşiya Sofiya ya Ûkraynî ne destpêke û ne dawiye li welatê Tirkiyê. Dibe ku ew yek ji deh hezarane ku ketî xefka şaxên tora mafiya laşfiroşiyê de. Li gor vekolîna rojnameya Îngîlîzî Guardian, welatê Ûkrayniya yek ji wan welatane herî zêde bi hinceta kar wan dixapînin û paşê li hindek welatan karê laşfiroşiyê bi wan dikin. Yek ji wan welatan ku herî zêde laşfiroşî lê tê kirin welatê Tirkiyê ye.

Sofiya yek ji wan jinane bi hinceta kar anîne Tirkiyê û bi dare zorê laşfiroşî pê dane kirin. Sofiya wiha ji rojnamê re çîroka xwe dibêjê: “Hevaleke min a nêzî dil, ji min re pêşniyar kir ku li Tirkiyê di dikaneke diyariyan de kar bikim. Çawa ez li balefirgeha Stenbolê daketim, yekser ez birim otêleke li Stenbolê de hepis kirim. Ji min re gotin karê te seks e. Zilamek derbasî hundir bû da karê cinsî bi min bike, min kire qîr û hawar. Paşê li Îzmîrê ez firotim yekî din. Ez birim otêleke 5 qat ku 38 jin li wir hebûn. Bi berdewamî li min dixistin. Piştî 8 heyvan di bi sergirtineke polîsan de hatim girtin. Piştî 30 rojan li Stenbolê girtî mam, ez vegarandim Ûkrayniya.” Kurdî: Urmiye.org

Advertisements