Nêçîrvan Barzanî: Pêwiste Komkujîya Kurdan Wek Jenosîd Bê Naskirin

Nûçexane – Cîgirê Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî konferansa Rojhilata Navîn a NATOyê ya li Îtalyayê  civîya bû. Nêçîrvan Barzanî, di gotara xwe ya konferansê de li ser rewşa Kurdistan û Îraqê rawestîya û her wiha ji welatên Ewropî xwest, komkujîya li Kurdistanê li ser gelê Kurd pêk hatîye jî li qada navneteweyî wek jenosîd bê naskirin.

Birêz Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de balkişand ser ev karesat û komkujiyên ku, ji aliyê Rejîma Besê ve li ser Gelê Kurd hatine sepandin û diyar kir ku, Rejîma Besê gelek bi awayekî hovane dest bi şewtandina 4.500 gundên Kurdistanê, Enfal kirina zêdetirî ji 182 hezar welatiyên Kurd û kîmyabarankirina Kurdistanê kiriye. Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de daxwaz ji beşdarên konferansê û welatên Rojavayî kir ku, hevkarîya Gelê Kurd bikin da ku, civaka Navnetewî ev komkujiyên ku, li ser Gelê Kurd hatine meşandin weke Jenosîd nas bike.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke gotara xwe de meseleya federalîzimê li Îraqê jî rave kir û tekez li ser vê yekê kir ku, pêwiste pergala federalîzimê li Îraqê were sepandin û di çarçoweya pergaleke bi vî rengî de jî Hikûmeta Îraqê neçare ku, kêşeyên Deverên veqetiyayî çareser bike, heta ku, ev kêşeyên han neyên çareserkirin rewşa ewlekariya wan Deveran baş nabe.

Nêçîrvan Barzanî di dawîya gotara xwe de li ser ser rewşa ewlekarî, siyasî û aborî ya Kurdistanê rawestîya û diyar kir ku, niha rewşa Kurdistanê di her warî de baş û aram e, her çend ku, pergala siyasî pergaleke nû be jî karîye heta niha di her warî de, bi taybetî di warê demokrasî, pirrengî û çandî de gavên berçav bavêje. Jêder: Kurdistan TV

Advertisements