‘Partîya Sîwan’ tê avakirin

Nûçexane – Bloka Ked, Demokrasî û Azadîyê piştî serkeftina di hilbijartinên 12ê Hezîranê de, ji bo projeya Partîya Sîwan di pratîkê de pêk bînin lez da xebatên xwe.

Li gor rojnameya Radîkal a Tirkiyê, Kongreya Civata Demokratîk (KCD) dawiya heftiyê li Diyarbekir civiya û xebatên ji bo Partiya Sêwan nirxandin. Ji bo bingehê Partiya Sêwan bê avakirin, komîsyonek ji 5 kesan hat damezirandin. Di wê komîsyonê de Parlamenterê BDPê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, yê Edeneyê Mûrad Bozlak, yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel û Serokê EMEPê yê berê û parlamenterê Stenbolê Levent Tuzel cih digirin.

Bloka Ked, Demokrasî û Azadîyê ji bo hevgirtina partî û rêxistinên civaka sifîl a bo tevlîbûna Partiya Sêwan gihane peymanê.

Ji bo partiyên derveyî Blokê jî tevlî Partiya Sîwan bibin, wê di rojên pêşiya me de hevdîtin bên dest pê kirin. Hê jî derbarê mijara wê Partiya Sêwan çawan berfireh bibe de jî dîtinek hevgirtî çênebûye. Ji bilî tevayî partiyên ku destek dayîn Partiya Sêwan û nêzîkatiya fesih kirina partiya xwe, dîtina wekî her partî kesîtiya daraziya xwe bi parêze û di bin sêwanekê de cih bigrin, ev partiyane bi hev re biryarê bigrin û siyasetê bikin jî heye. Kurdî: Rûdaw

Advertisements