PDK bi Serokatîya Mesûd Barzanî Civîya

Nûçexane – Bi Serokatiya Mesûd Barzanî, civata serokatiya partiya demokrata Kurdistanê civînek saz kir. Civîn bi deqîqeyek rawestan ji bo Şehîdan û Serwerên wan Barzaniyê Nemir û kak Îdrîsê her tim zindî dest pê kir û piştre jî Serok Barzanî xêrhatina endamên Civata Serokatiya partîyê kir û bi awayekî fermî dest bi civînê kir.

Serok Mesûd Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de rewşa siyasî ya cîhanê, Îraq, Kurdistan û Deverê nirxand û balkişand ser berpirsyariyên nû yên partîyê yên di vê demê serdemê de.

Di berdewamî de bûyer û pêşkeftinên dawî yên Devera Rojhilata Navîn jî hatin nirxandin û ev yek jî weke mafeke Gelên Deverê a ji bo azadî û demokrasî hate bilêvkirin.

Di derbarê rewşa Îraqê di jî di civîna han de rewşa Îraqê bi warê siyasî, ewlekarî, abûrî û civakî de jî hate nirxandin û hevdem di civînê de fikarên aliyên Kurdî yên li hember çareser nekirina kêşeyên helwasî yên li Îraqê hatin diyar kirin û çareser nekirina kêşeyên han jî weke sedemek ji bo aloz bûna rewşa welat hate binavkirin.

Di dirêjahiya civînê de meseleya mayîn anjî nemana hêzên Amerîkayê yên li Îraqê hate nîqaşkirin û ev yek jî bi asta hêz û amade bûna hêzên Îraqê a ji bo parastina ewlekariya welat, Sînurên welat ve hate girêdayîn û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, pêwîste tevahiya pêkhatên prosesa siyasiya Îraqê vê meseleya han bi awayekî berfire û eşkere binirxînin û stendina biryara mayîn anjî nemana hêzên Amerîkayê yên li Îraqê pêdeviya xwe bi denga piranî heye jiber ku, ev biryara han biryarekî gelek hesas û aloze lewre pêwîste tevahiya aliyan di vê warê de xwedan nêrîn bin.

Di derbarê çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê û kêşeyên helwastî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî di vê civîna han de pêşniyara civîneke berfire a di navbera Serokên aliyên siyasî yên Îraqê de pêşkêş kir.

Di berdewamiya civînê de dû babetên din yên girêdayî bi Kurdistanê ve jî hatin nirxandin û yek ji wan babetan jî meseleya bernameya çaksaziya Serokê Kurdistanê û şerê dijî gendelî bû ku, di civîna han de tekez li ser piştgîrî kirin û cîhbicîh kirina bernameya Serok Barzanî bo reforman hate kirin û babeta dûdiyan jî meseleya civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê bû ku, ev civînên han jî bi başî û serkefî hatin nirxandin. PNA

Advertisements