Ahmet Turk: Dîcle derkeve, wê pêşîya Ocalan jî vebe

Nûçexane – Ahmed Turk dibêje, ger rêya parlamentoyê ji Hatîp Dîcle re bê vekirin, wê ji bo Îmralî jî dergeh bê vekirin û tu wateyê nade nêzîkatîya CHPê ya ji bo parlamentoyê. Li gor Turk, ji bo çareserkirina pirsa Kurd, divê rasterast hikûmet ligel Ocalan hevdîtinan pêk bîne û tekane hêza ku bê razîkirin jî PKK ye.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk ji rojnameya Akşam a Tirkiyê re axivî. Turk da zanîn ku “Ger girtina Hatîp Dîcle ji holê rabe, wê pêşiya Îmralî jî vebe” û wiha pêdeçû: “Divê li ser vê mijarê bê axaftin û bi mantiqek hemfikir bê çareserkirin.”

Amhet Turk derbarê sond nexwarina CHPê û rûniştina wan a li parlamentoyê de jî diyar kir ku ti wateyek nedaye vê yekê: “Li gor me biryara CHPê ya boykotkirinê rast bû, lê çûna parlamentoyê û piştre gotina ‘ez tune me’, bi rastî ez ti wateyê nadimê. Di encamê de ev partiyeke, wê biryarên xwe bi xwe bide. Lê hem hebûn û hem nebûn jî pir ecêbe.”

Ahmet Turk, di hevpeyvîna rojnameya Akşamê de ku rojnamevan Burcu Bulut ligel kiriye, pêvajoya piştî hevdîtina ligel Serokkomarê Tirkiyê Ebdullah Gul û rewşa niha ya Tirkiyê dinirxîne:

Gul got, Destûrek nû

Raste ez yek bi yek gotinên ku Serokkomar Gul kirin, bêjim ne raste. Gul da zanîn ku ev pêvajo pir giringe, bi înkarkirina cûdahiyan pirsgirêk nayên çareserkirin, pêwîstî bi destûrek nû ya demokratîk û xwedan nirxên gerdunî heye. Lê tenê hestyariyên serokkomar ên di vî warî de ne bes in! Em hemû jî vê yekê dizanin.

Top li aliyê hikûmetê ye

Di encam de hikûmet û parlamentoyek heye. Ango çîna xwediyê çêkirina kiryarên derbarê vê mijarê de heye. Mesele tişta herî asan Destûra Xebata Dijî Terorê bê guhertin, ew cezayê 1 sal û 8 meh ji holê radibe. Di rastiya xwe de ev qas asan e. Eger daxwaza ji bo guhertinê hebe, hewqasî asanî ye.

Serokwezîr xwediyê fikra ji rê derketinê ye

Serokwezîr Erdogan dibêje, “Em mûdaxeleyî darazê nakin.” Ango ev tiştek wiha ye ku Yasaya Mûcadeleya Dijî Terorê bixin dewreyê, bê her fikirînek û axaftinekê ceza bikin. Ev jî rêbertiya mantiqekê dike. Serokwezîr xwediyê fikrek ji rê derketinê ye. Îro partiyek bi rêjeya sedî 50 deng wergirtibe û ji aliyê gel ve jî bê piştgirîkirin, pêwîst dikir ku ji mêj ve ji bo pêkanîna guhertinên ji bo çareserkirina pirsa Kurd ketibana dewreyê. Di rastiya xwe de Erdogan naxwaze pirsa Kurd çareser bike û wekî çareser bike tê dîtin. Ji bo vê yekê bixe berjewendiyên xwe, tenê manewrayan dike. Ger ji dil û can ûna, wê meydana baweriya ji bo çareserkirinê afirandibana. Serokwezîr Erdogan baweriya xwe ya li aliyê Kurdan jî winda kiriye.

Ti cûdahî navbera serokwezîr û Dîcle de nine

Tişta ku Hatîp Dîcle sûcdar dike û serokwezîr Erdogan paqij derdixe çiye? Ger serokwezîr Erdogan helbestek xwendibe, Dîcle jî axaftinek kiriye. Herduyan jî fikrên xwe anîne ziman. Ango di navberê de ti cûdahî nîne! Heya rewşa Hatîp Dîcle gelek cûda bû.  Pir ecêbe ne berî ku lîste mîsoger bibin û piştî mîsogerbûna lîsteyan ev bûyer derket holê! Ger  pirsa Dîcle di dema xwe de hatibana gotin, yedekên me hebûn. Em di nav komploya xefikeke qurnaz de ne.

Ger piştgiriya me ya ji bo çareseriyê nebe, em nînin

Ger bixwazin em di nav çareserkirina pirsgirêkan de hebin, em amade ne. Lê ger bê fikirîn ku piştgiriya me ya ji bo çareseriyê nîne, ji bo ev pêvajoya bi jan bi hêle û mîsyonekê nedin me, bi rastî ez di fikirim ku ti wateya hebûna me ya di nav parlamentoyê de nîne.

Biryara Dîcle wê kêrî Îmralî bê

Ahmet Turk li ser îdiaya ‘Ger girtina Dîcle rabe, wê pêşiya Îmralî jî vebe’ dibêje, ev tespîtek raste. Divê derbarê vê rewşê de rûniştin çêbibin û bi mantiqek hemfikir bê çareserkirin. Ti kes nikare pirsgirêkek ewqas mezin, di rojekê de çareser bike! Di destê me de kopalekî bi vî awayî bi sehr nîne.

CHP pir ecêb e

Li gor me boykota CHPê rast bû, lê rûniştina wan a li parlamentoyê û piştre gotina ‘em tune ne’, bi rastî me ti wateyek nedayê. Di encam de ev partiyeke û bi xwe biryarên xwe dide. Lê hem gotina em hene û em tune ne, pir ecêb e!

Divê rasterast hikûmet ligel Ocalan hevdîtinan çêbike

Pirsa Kurd pirseke bi salane. Bûyerên kiryar ne diyar çêbûn, hemû bêdadî hatine seferber kirin, lê di encam de ne PKK û ne jî gel ti tiştek ji hêza xwe kêm ne kir. Îro ji bo çareserkirina pirsa Kurd ya bi rêya diyalogê zêdetir ti formul nîne. Divê AKP vê yekê rast bikar bîne û ger pêwîst bike, hikûmet rasterast ligel Ocalan bikeve nav hevdîtinan. Êdî nêzîkbûna “Ezê karmendê xwe rêkim û li cihek cûda rûnim” hatiye îflas kirin. Êdî divê hikûmet vê cesaretê nîşan bide!

Tekane hêza ku bê razîkirin PKK ye

Bê guman ji bo destûreke demokratîk bê çêkirin û bingehê aştiyeke civakî bê afirandin, rolê me giring e. Lê li gor min hêza herî zêde li ber çavan bê girtin PKK ye. Bêyî ku ew bên razî kirin, em wekî partiyek ku nûnertiya Kurdan dikin “Nikarina bêjin çekên xwe danin.” Ger em bixwazin çekan bê deng bikin û aştiyeke mayînde bixwazin, şerte aliyên ku di destê wan de lokomotîf hebin, bên razî kirin. Aktorê serekî yê pirsê PKK ye. Kurdî: Rûdaw.net

Advertisements