Perê Dewletê Neman, Girtîyên KCKê Neanîn Dadgehê

Nûçexane – Li Dîlokê danişîna doza jê 12 girtî 52 kesên ku bi îddîa “Endame KCK” ne doz li wan hatiye vekirin, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Di danişînê de 12 kesên girtî bi hinceta “Pere tune ye” neanîn danişînê.

Li Dîloke derheqe jê 12 girtî 52 siyasetmedarên kurd de bi îddîaya “Endame KCK” ne li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê doz hatibû vekirin. Danişîna doza 12 jê girtî 52 kesan li 8’emîn Dadgeah Cezayê Giran a Edeneyê hate dîtin. Di danişîna dozê de 12 girtî bi hinceta “Pere tune” neanîn danişînê.

Di danişînê de parezerên Selma Bozkûrt Vedat Ozkan, Kahraman Çîcek amade bûn. Parêzeran li danişîne parastina miwekîlên xwe kirin û diyar kirin ku muwekîlê wan bê sûc in û xwestin serbest bên berdan.

Heyeta dadgehê, bi hinceta di dosyayê de kêmasî hene û divê bê temamkirin, danişîn taloqî 29’ê Îlonê kir. ANF

Advertisements