Rêxistina Efûyê: Sûrîye li hember mirovahîyê sûc kirîye

Nûçexane – Rêxistina Efûyê ya Navnetewî dîyarkir ku, hewldana rêveberiya Sûriyeyê ya ku dixwaze xwepêşandanên muxalîfan biperçiqîne dikeve çarçoveya sûcê li hember mirovahiyê û xwest Neteweyên Yekgirtî (NY) lêpirsînê bide destpêkirin.

Rapora Amnesty International bi sernavê, “Li Sûriyeyê çewisandî: Li Tell Kelak’ê terror” hat weşandin. Rapor balê dikişîne ser hêzên dewletê ku di meha Gulanê de ketin gundê Tell Kelak yê ku dikeve bakûrê welat û tiştên ku di operasyona leşkerî ya hefteyekê berdewam kirî de hatine jiyan kirin. Di raporê de gelek îşkence, di binçavan de kuştin û girtinên keyfî hatin belgekirin. Rapora ku aşkera dike, di dema operasyonê de girtina 9 kesan û piştre kuştina wana ji NY hat xwestin ku, Sûriyeyê bide Dadgeha Cezayê Navnetewî.

Alîkarê Midûrê Giştî yê Rojhilata Navîn û Efrîqaya Başûr Phîlîp Luther, ragihand ku di derbarê bûyerên li Tell Kelakê ew agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatine standin, di de diyarkirin ku, jibo muxalîfan biperçiqînin binpêkirina mafan bi awayek sîstematîk tê kirin. Luther bilêv kir ku, ew sucên ku di raporê de tên aşkera kirin, piranî dikevin çarçoveya Dadgeha Cezayê Navnetewî. Her wiha Luther ji Konseya Ewlekariyê ya NY xwest ku, serî li dozgeraya dadgehê bide.

Rapora ku ji 50 rûniştanên Tell Kelak ku koçî Libnanê kirine hatî amade kirin, rûniştvanên bajar yên ku koçkirîn didin diyarkirin ku, herî kêm ji malbata wan yek kes dibin çavan deye. Rapora ku aşkera dike, bigiştî kesên ku hatine binçav kirin dibin îşkenceyê de hatine derbaz kirin, “Di bûyerekê de, leşker jibo yên binçavkirî bihejmêrin, cigarê bi stoyê van ve divemirînin” hejmartinê wisan dikin. Weke din rapor ji kesên dibin çavan de hatîn îşkence kirin mînakan dide û diyar dike ku herî kêm dibin çavan de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Phîlîp Luther bertek nîşanî bêdengiya civaka Navnetewî ya li hember bûyerên li Sûriyeyê di qewîm da û da diyarkirin ku, “Li ser nave mafê mirovan civaka navnetewî li hember Lîbyayê bêdeng nemaye lê li hember Sûriyeyê bêdeng maye, li hember Sûriyeyê standarta cot nîşandaye. Her wiha Luther diyarkir ku, li hember reformên ku serokê Sûriyeyê Beşar Esad behs dike, di destê rayedarê Sûriyeyê de kêm delîl hene ku bibe bersiva tedbîrên navnetewî bide.

Li gorî dezgayên mafê mirovan yên Sûriyeyê, li welat ji meha Adarê û vir ve tuniya ku rêveberiya dewletê li hember xwepêşandana pêktîne de, heya niha 1350 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ji 10 hezaran zêdetir jî dibin çavan dene. Rêveberiya Sûriyeyê dibêje; di bûyeran de 350 erkdarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane. Werger: Urmiye.org

Advertisements