Balafira NATOyê ket: 9 kes mirin

Nûçexane – Balafireke kargoyî ya NATO’yê ya li ser Azabeycanê qeydkirî bû ket û di encamê de 9 kes mirine.

Balafira kargoyê ku jiş Bakuyê diçû Kabîlê li ser çiyayê nêzî Newala Ghorbandê ketiye. Milîtanên Talîbanan daxuyandin ku ew balafir hatiye xistin lê belê rayedarê herêmê Beşîr Salangî destnîşan kir ku balafir li derveyî menzîla Talîbana difiriya û milîtanên Talîbanê ew nexistiye.

Salangî destnîşan kir ku balafir bi temamî înfilak bûye û 9 kesên ku têdebûn yek jî jê nefilitiye.

Agahiya ku herî dawîn hatiye ber dest ew e ku nûçeya Associated Pressê(AP) radigihîne ku polîsên Efxan li ser îhtimala ku milîtanan ew balafir xistibin kemînê radiwerstin û li ser wê yekê dixebitin û lêkolînan jî dikin.

Hate ragihandin ku çar ji muretebatên balafirê yek jê Azerî, sê jê Ozbek û du kes jê jî Ûris bûn. Kurdî ANF

Advertisements