Wê Parêzerên Hatîp Dîcle Herin Dadgeha Mafê Mirovan

Nûçexane – Dadgeha Makeqanûnê derbarê Hatîp Dîcleyê ku parlamenteriya wî ji aliyê YSK’ê ve hatibû betalkirin biryara bêrayebûnê da û ji bo çareserîyê parlemento destnîşan kir. Piştî vê biryarê parêzera Hatîp Dîcle, Ferîde Laçîn diyar kir ku ew ê vê biryarê û 3 biryarên di salên 1994 û 2011’an de hatine dayîn bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Parezeran her wiha da da zanîn ku, biryarên ji bo Hatîp Dîcle hatine dayîn tev bi zanebûn pêk hatine.


Piştî ku 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê salek û 8 meh ceza da Hatîp Dîcle û 9’emîn Daireya Dadgeha Bilind ev ceza erê kir û li gel vê yekê jî Dîcle bi dengeke pir zêde wekî parlamenter hate hilbijartin YSK’ê parlamenteriya wî xist. Der barê vê biryarê de serlêdana Dadgeha Makeqanûnê jî bi hinceta bêrayetiyê hate redkirin.

Parêzer Ferîde Laçîn der barê biryarên ku hatine dayîn de got ku ev biryar sîstematîk in. Laçîn got ku ev pêvajo di 1994’an de dest pê kiriye wê demê Dadgeha Makeqanûnê parlamenteriya Dîcle betal kir û hate girtin, ya duyemîn jî di hilbijartinên 2007’an de namzetiya wî hate vetokirin, di 2011’an de jî piştî ku mazabataya xwe girt YSK’ê parlamenteriya wî hate betalkirin. Laçîn got ku ew ê van hersê mijaran jî bibir DMME’yê û parlamenteriya Dîcle bi awayeke zanebûn tê betalkirin û astengkirin.

Parêzer Muharrem Şahîn jî got ku betalkirina parlamenteriyê ancax di meclîsê de dikare bê kirin, ji ber vê jî wan serî li Dadgeha Makeqanûnê kirine. Şahîn da zanîn ku divê mazbata nedana Oya Eronat, biryara ku Dadgeha Makeqanûnê daye şaş e.

Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçuk Kozagaçli jî got ku ev pêvajo di serî de heta niha nehiqûqî ye û wiha berdewam kir: “Li gel madeya 53’yemîn ev qanûn tunehate hesibandin. Krîz hate vê astê. Lê Dadgeha Makeqanûnê weke navnîşan tê nîşandan. Ev niyetên ne baş in, ez wisa difikirim. Tişta ku bê gotin ew e, tevgere siyasî ya kurd ketiye parlamentoyê, divê ev maf neyê astengkirin. Krîza ku dema Serokwezîr Erdogna de derket dikare ji bo Hatîp Dîcle jî bê çareserkirin. Beriya ku meclîs bikeve betlaneyê divê guhertin bên kirin û krîz bê çareserkirin.”

Parêzer Eren Keskîn jî da zanîn ku bingeha krîza ku derketiye makeqanûna 12’ê Îlonê ye û berpirsyarê vê jî meclîs e, divê ji ber vê yekê makeqanûneke nû bê amadekirin.

Parêzer Meral Daniş Beştaş jî bilêv kir ku ev biryar ne hiqûqî ye û li gorî peymanên navneteweyî jî nîn e, derveyî demokrasî û hiqûqê ye. daniş got ku ev biryar dê pêşerojê de pir bê nîqaşkirin û ji ber vê yekê jî divê rayedarên hikûmetê bikevin nava hewldanan.

Ji Baroya Amedê Fuat Coşacak jî iha got: “Ev daxwaza me ya ku hatiye redkirin ne li gorî feraseta hiqûqê ye. Divê ev pirsgirêk di warê siyasî de bê çareserkirin. Em ê vê biryara ku hatiye dayîn ji miwekîlên xwe re ragîhinin û piştre vê biryarê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.” ANF

Advertisements