Doç. Dr. Yaman: Dewlet rastîya kurdan nas dike lê siyaseta wan na

Nûçexane – Mamostayê Zanîngeha Gaziyê Doç. Dr. Huseyîn Yayman ragihand ku dewlet realîteya Kurd nas dike lê sîyaseta Kurd nas nake û got: ‘’Ev jî tê wateya kûrkirina pirsa Kurd.’’

Mamostayê Zanîngeha Gaziyê Huseyîn Yayman, da zanîn ku bi betalkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle û azadnekirina parlamenteran li Tirkiyê bûye krîzeke siyasî û wiha axifî: ‘’Krîz jî bingeha xwe ji pirsa Kurd digire û her diçe kûrtir dibe.’’ Yayman, helwêsta AKPê û biryara YSKê rexne kir û got ku divê mirov bipirse kîjan Erdogan: ‘’Ev pêvajoya han dişîbe pêvajoya salên 93an. Dewlet realîteya Kurd nasdike lê siyaseta Kurd nasnake. Evna tê wateya kûrkirinê û herwiha xetimandina pirsa Kurd e.”

Li Tirkiyê her kes li bendê bû ku piştî 12ê Hezîranê gelek tişt biguherin, lê xistina parlamenteriya Hatîp Dîcle û azadnekirina parlamenteran li Tirkiyê pêvajoyeke aloz û şolî xuliqand. Di vê derbarê de Pisporê Polîtîkaya Navxwe ya SETA-yê û Mamostayê Zanîngeha Gaziyê Doç. Dr. Huseyîn Yayman ji DİHA-yê re axifî û bal kişand ser krîza siyasî ya ku niha li Tirkiyê derketiye.

‘Helwêsta AKPê pirsa Kurd kur dike’

Yayman, daxuyand ku helwesta AKPê pirsgirêka Kurd çareser nake û wih got: “Di 12ê Hezîranê de BDPê ji ber bendavê wekî serbixê tevlî hilbijartinê bû û bi dengên gel hatin hilbijartin. Divê mirov rêz nîşanî vîna gel bide. Mijara Hatîp Dîcle û helwesta YSKê hat wateya dîzina dengan. Ji ber ku di serî de YSKê îtîrazek nekir û heya ku mazbata da Dîcle. Piştre bi civîneke awarte civiyan û helwesta xwe aşkera kirin. Helwesta CHPê li gorî BDPê cûda ye. Li gorî BDPê ji ber ku parlamenterên girtî serbest nehatin berdan wekî înkarkirina vînê dibînin. Ev tişt ji aliyê gelek derdoran ve mafdar tê dîtin û daxwaz dikin ku israra BDPê ya boykotê bidome. Dema mirov 20 rojên dawiyê dinirxîne hemû rê neçareseriya pirsgirêka Kurd nîşan dide. Xistina parlamenteriya Hatîp Dîcle, serbestbernedana parlamentaran û li darxistina civîna Komî BDPê ya li Amedê tê wateya neçareseriya pirsgirêka Kurd e.”

‘Ev darbeya darazê ye’

Doç. Dr. Yayman, da zanîn ku ev darbe darbeya darazê ye û wiha berdewam kir: “AKPê jî ji ber darazê demek mexdûr bûbû. Piştî biryara YSKê, AKP û derdorên muhafazakar bertekên xurt nîşan neda û daxuyaniyek nedan. Lê gelê Kurd li bendê bû AKP û serokwezîr daxuyaniyekê bidin. Rayedarên AKPê tenê gotin biryara darazê ye û dê daraz çareser bike. Tê xuyakirin ku di mijara Dîcle de gav nayê avêtin. Lê heke berdevkên AKPê sekneke tund nîşan bidana, ev krîz ev qas kûr nedibû.”

Huseyîn Yayman derbarê meseleya Hatîp Dîcle de nerînên xwe wiha anî ziman: “Di nava BDP û AKPê de pirsgirêka baweriyê heye. Her ku diçe zêde kûr dibe. Bi rastî ev pirsgirêk ya hikûmatê tenê nîne, nêrîna meseleya Kurd e. Lazime ku ev bê baweriya despêkê ji holê bê rakirin. Enqere meseleya Kurd dinase, lê di pencereya siyasî re naxwaze lê binere. Ev pirsgirêk zêde mezin dike.”

‘Hêzên tarî dixwazin kesên li çareseriyê digerin kontrol bikin’

Yayman, destnîşan kir ku dema niha salên 1993an tîne bîra mirovan û wiha pêde çû: “Efû derdiket lê wê carê jî li Çewligê mirina 33 leşkeran hat. Hemû tiş heba bûn. Tû dibê qey destekî nayê dîtinê astengî derdixe û dixwaze xebat ji nû ve bên dest pê kirin. Hêzên tarî dixwazin kesên ku çareserî dixwazin bigre bin kevaneya xwe. Gladyo û hin grûbên din vî karî dikin. Welat ber bi bê deshilatdariyê ve dibin. Dibe ku îcarê jî wer bikin. Dibe ku di nav dewlet û PKKê de ji dest direjiya wan hebe. Mesele ne kirinên wan in. Mesele roj bi roj hêzbûyina wan e. Lazime ku dewlet destê xwe lez bigre. Destûrê nede tiştên wiha û bi encam bibe jî sebr lazime. Ev tiştên wiha dewletê asteng dike. Li gor min dewlet serî de ev mesela şaş xwend. Îsyana Şêx Seîd jî şaş xwendin. 70yan de jî mîtîngê ku hatin çekirin jî şaş xwendin û PKK derket. Salên 80an li zîndana Amedê jî heman bû. Salên 90î PKK bû malê gel, cardin wek şaşî û PKK daket metrepolan. Tirkiye ger sala 2011an de bikeve kevaneya 93an, dê vegera rê tûnebe. Nîşaneya vê yekê di qadê de zêde zelal dê bixûye.”

‘Hikûmet krizê dike mijara bazarê’

Yayman, da zanîn ku di 15ê tîrmehê de hêvî dikin hikûmet rûpelek nû veke û daxwazên Kurdan yên bingehîn bi cih bîne. Huseyîn Yayman, derbirî ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha sembol bûn û têgihiştinê tê nirxandin û wiha bi dawî kir: “Mînak Xweseriya Demokratîk, yan kesekî ku li Manîsayê dijî yan jî li Ispartayê dijî wek parçebûna tirkiyê fêmdikin. Di van demên dawiyê de hestên cudabûnê bicih bûye. Ev geşedan pir xeterin. Pirsgirêka din jî ewe ku hikûmet bi awayekî baş rêveberiyê nake. Di qezençkirinên cûda de li ser kûr kirina pirsgirêkê bi bandore. Ez difikirin ku ev krîz hîn bêtir kûr nebe. Hikûmet dixwaze vê krîzê bike wek mesela bazarê. Qey Serokwezîr dixwaze krîzê biguherîne firsetê û makeqanûnê li gor feraseta xwe biguherîne. Çarçoveya makeqanûna nû diyare. Di nîva 80ê de û makeqanûna 82’an de makeqanûna artêşparêziyê ye, ji bo çêkirina makeqanûneke sivîl hevgirtineke bi giştî heye. Piştî salên 90î ev ji hêla STKê ve gelek makeqanûnên cuda cuda metîn hatin amadekirin. Xwestekên civakî makeqanûna nû ya 82an divê diha makeqanûnek li pêş be ji bo sivîl, divê ev makeqanûn li ser bingeha azadiyê bê nivîsandin. AKP ji 2002an û şûnde dixwaze makeqanûnek nû çêbike. Ez hem bi BDPê re hem bi AKPê re divê çarçoveyê de hevdîtinan pêktînim. Dema ez li derdorê dinêrim şaş dimînim. Dema ez diçim derdora BPDê vê carê ez matmayî dimînim. Di her du hêlan de di aliyê femkirina hev de pirsgirêk dijîn û zemîna goftigoyê nîn e.” Rûdaw

Advertisements