Kemal Bûrkay 30yê Vê Mehê Vedigere Welêt

Nûçexane – Siyasetmedar û helbestvanê kurd Kemal Bûrkay biryara xwe ya dawî ji bo vegera wêlêt stand û 30yê vê mehê çav li rê ye ji Swêdê vegere Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Kemal Bûrkay ji Ajansa Nûçeyan a Cîhan (CHA) re daxuyakirin ku, biryara wî ya vegera Tirkiye tekez bûye û roja hatina xwe wiha diyar kir: “Ezê 30ê tîrmehê di seat 12:20an de bi balafira THYyê ji Stockholmê bi rê kevim û di seat 14:45an de bigihim Balafirxaneya Atatûrk a li Stenbolê.”

Kemal Bûrkay da zanîn ku ew di nîsana sala 1980yî de ji Tirkiye derketîye û piştî darbeya 12ê îlonê jî nekarîye vegere Tirkiyeyê. Bûrkay bi bîr xist ku, wî nêzîkî salek berê biryara vegerê daye û ji vê jî li benda derbasbûna hilbijartina giştî ya Tirkiyeyê maye.

Kemal Bûrkay li ser pirsa “Gelo ji ber tiştên ku qewimîne, tu bi hêrs î û dilê te maye?” jî dibêje:
“Dîsa jî ez ne dilmayî me. Ji ber ku ez ê vegerim welêt, ez gelekî bextewar im. Ji îro û pê de ez ê ji bo demokrasî  û aştîyê piştgirî bidim têkoşîna mirovên me ya ji bo maf û azadîyan.”