A.Fikrî İşik: Hêvîya me ew e ku operasyona şikeyê heta dawî bidome

Nûçexane – Tirkîye piştî kêşeya sondwarinê li parlemanê, vê carê jî bi lêpirsîna şîke anku kirîn û eyarkirina maçên futbolê diheje. Heta niha nêzîkî 20 kes li ser daxwaza Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê hatine girtin ku di nav wan kesan de rêvebirên Fenerhahçeyê jî hene.

Alîgirên tîma bajarê Entabê, Gazîantepspor li bajarê Kayserîyê serkeftina tîma xwe pîroz dikin.

 


Serokê kluba Fenerbahçeyê Azîz Yildirim jî wekî bergumanê serokê rêxistina çekdarî di bin çavdêrîya hêzên ewlekarîyê ye.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî de, nivîskarê rojnameya Tarafê Alî Fîkrî Işik operasyona şîkeyê dinirxîne.

Birêz Işik dibêje, futbola Tirkîyê pir gemar bibû û operasyoneke wiha pir pêdivî bû. Hêvîya min ev e ku operasyon heta dawî bi wêrekî bidome û kesên bi têkîlîyên qirêj cezayên xwe bikişînin. VOA Kurdî

Hûn hevpeyvîna Hevkarê Radyoyaya Dengê Amerîka yê Beşa Kurdî Robîn Reşvan ji vir guhdarî bikin.

Advertisements