Koma BDP - Amed

Demirtaş: Sedema Krîza Heyî Kêşeya Kurd e

Nûçexane – Serokê Koma BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, sedema krîza heyî wek Kêşeya Kurd destnîşankir û got, AKP li aliyekî wan dawetî meclîsê dike li aliyê din dixwaze beyî BDP’ê makezagona nû ava bike. Demîrtaş, bi bîr xist ku, heger mutabakat bi wan re pêk neyê ew ê li dijî AKP’ê têkoşîneke bêhempa bidin destpêkirin.

Koma BDP - Amed

Serokê Koma BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî xistina parlementeriya Hatîp Dîcle û kirîza siyasî ya boykota meclîsê nerînên xwe ji DÎHA’yê re anî ziman. Demîrtaş, diyar kir ku ew her tim ji pirsgirêk bi riya diyalog û aştiyê peş bikevin di nava hewldanan de ne, lê AKP hewl dide ku pirsgirêkê bi serê xwe û li gorî xwe çareser bike. Demîrtaş, anî ziman ku pirsgirêka kirîza/qeyrana siyasî ne pirsgirêka sondê ye û wiha got: “Ji ber ku pirsgireka Kurd nayê çareserkirin û her wiha Kurd muhatap nayên girtin krîz derdikeve. Ji ber ku dixwazin beyî Kurdan pirsgirêkê li gorî xwe çareser bikin û bi polîtîkayên înkar û îmhayê nêzî Kurdan dibin kirîz derdikeve. Ji ber ku AKP û CHP polîtîkayên kevnerû û paşverû dimeşîne û di înkar û asîmîlasyonê de israr dike kirîz derdikeve.”

KRÎZ BI DESTÊ AKP’Ê MEZIN DIBE

Demîrtaş, anî ziman ku xistina Hatîp Dîcle û neberdana parlementerên BDP’ê yên girtî perçeyekî pirsgirêka Kurd e û ji hev ne cuda ne. Demîrtaş, bilêv kir ku biryara YSK’ê ji AKP’ê ne serbixwe ye û bi destê AKP’ê hatiye hûnandin. Demîrtaş, da zanîn ku biryara YSK’ê ya der barê Hatîp Dîcle de di navbera dewlet û hikumetê de kirîz derxistiye û wiha got: “Ji ber ku AKP’ê serî li YSK’ê da. Sebebê qirîzê jî AKP ye. Ji ber ku berjewendiyên AKP’ê tê de heye.

Demîrtaş, anî ziman ku krîza bi CHP û MHPê ve girêdayî û ya bi wan ve girêdayî ne yek in û wiha axivî: “Krîza ku em dijîn ji ber pirsgira Kurdan a bi sedsalan e nayê çareserkirin. Pirsgirêka CHP û MHP’ê pirsgirêka 2-3’ê parlementeran e. Lê ya me bi neçareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Di nava CHP’ê de yek deng tune û perçebûna navxweyî jî hey e.

‘DIXWAZIN EM LI GORÎ DAXWAZÊN WAN TEVBIGERIN’

Demîrtaş, anî ziman ku AKP dixwaze ji pirsgirêka Kurd dûr nêzî wan bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta AKP’ê dixwaze em bêyî kêşeya Kurd nêzî wan bibin. Dixwaze ku em pirsgirêka Kurd nexin rojevê. An dixwaze em bê pirsgirêka Kurd biçin meclîsê, yan jî dixwaze ku em qet neçin meclîsê. Dixwaze BDP’ê jî bê hêz bike û li gorî xwe bişêwîne.”

‘DAXWAZÊN ME BI CIH NEYÊN EM Ê TÊKOŞÎNEK BÊHEMPA BIDIN DESTPÊKIRIN’

Demîrtaş, da zanîn ku di hevdîtinên dawî yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jî hate xwektin ku BDP bila neyê lîstikê û wiha pêde çû: “BDP nayê lîstêk ku vîna wê û asta wê kem bixe. Em van lîstikan û vê bazariyê qebûl nakin. Em dê lîstika ku BDP’ê li dervê meclîsê bihêle xera bikin. Em dê bibin aktorekî mezin yê avakirina meclîsê û makezagona demokratîk. Em qet tûka xwe nalêsin. Ger ku daxwazên me pêk neyên em dê li dijî AKP’ê têkoşînek bêhemba bidin destpêkirin. Ger ku daxwazên me pêk neyê dê pêvajoya raperîn û berxwedanê dest pê bike.

Ger ku mutabakat bi erênî bi encam nebe, em tê têkoşîna xwe berdewam bikn. Lê ger ku bi erênî bi encam bibe em dê vegerin meclîsê. Divê berî her tiştî avakirina makezagona demokratîk ku hemû reng, ziman, nasnameyan diparêze bê destpêkirin. Her wiha divê hemû girtiyên siyasî yên ji doza TCK û TMK’ê girtî serbest bên berdan. Divê AKP vê yekê wekî protokolekê îmze bike. ANF

Advertisements