Enwer Hacî: ‘Pêwist e li Kurdistanê baregeheke leşkerî ya Amerîka bê danîn’

Nûçexane – Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwer Haci Osman ragihand ku pêwîst e Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê destpêşxeriyê bike û daxwazê ji Amerîka bike di nav axa Herêma Kurdistanê de baregehekê xwe yê leşkerî deyne.

Di vê derbarê de Osman ji Ajansa Nawxo ya Kurdistanê re axifî û got; “Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî ku hêzên Amerîka ji Iraqê vekêşiyan daxwazê ji Amerîka bike, da baregehekî xwe yê leşkerî li herêmê deyne ji ber vekirina baregehekî leşkerî ya Amerîka di axa Kurdistanê de di berjewendiya Kurdan da ye.”

Enwer Haci Osman da zanîn ku tiştek nîne bi navê navçeyên veqetandî ji ber di rastî da ew navçe yên Kurdan in, hatine dagirkirin û pêwîst e ji bo ew navçe ji nû ve vegerin ser bi Herêma Kurdistanê, hewl bên dayîn. Rûdaw

Advertisements