Heleb: Piştî ku hatin işkencekirin heft xwenîşander serbest hatin berdan

Nûçexane – Kurdwatchê  ragihand ku, heft xwepêşanderên ji alîya hêzên ewlekarîya Sûrîye ve hatibûn desteserkirin û îşkence li ser wan pêk hatibû serbest hatin berdan.

Di daxûyanîya kurdwatchê de tê gotin ku, di 5ê tîrmeha 2011 de; Şêr Hisên, Hisên Elî Mihemed, Mûslim Mihemed, Berxwedan Mistefa, Bangîn Hesen, Ebdo Hec Betal û Mihemed Elî Şêx Seydî li Helebê serbest hatin berdan. Li dijî wan kesên hatine berdan jî ji ber beşdarbûna xwenîşandaneke bê ruxset doz hatiye vekirin.

Dadkirina wan 31ê tîrmeha 2011ê li pêşiya dadgeha li Efrînê dest pê dike. Piştî girtina wan di 1ê tîrmeha 2011ê de kesên jorîn hatin veguhestin cem polîsên Helebê. Li Efrîn û Helebê ew rastî lêdanên bi dest û daran hatibûn.

Advertisements