Ehmed Turk bi Abdûllah Gul re diçe Bûlxarîstanê

Nûçexane – Li Enqereyê dema ji bo çareserkirina krîza boykotkirina BDPê û sondnexwarina CHPê li rêyekê digerin, ji CHPê 2 parlamenter û ji BDPê jî Ehmed Turk tevlî gera Serokomarê Tirkiyê Ebdullah Gul ya ku wê îro ji Bulgarîstanê dest pê bike, dibin.

Li gorî agahiyên ku ketine destê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Serokkomarê Tirkiyê Ebdullah Gul di gera xwe ya 2 rojî de parlamenterên desthîlat û opozîsyonê vexwendine. Ji rêveberiya Koma CHPê parlamenterê Kirklareliyê Mehmet Kesimoglu û Parlementerê Edîrneyê Kemal Degirmenderelî navên wan dan Koşkê. Herwiha Koşk li parlamenterê BDPê Ehmed Turk jî geriya û xwest ew yan jî parlamenterekî din beşdarî vê gerê bibe.

Herwiha peyama ger Ehmed Turk bixwe bê, wê Gul keyfxweştir bibe hat dayîn. Turk ew vexwendin bi erênî dît û bilêv kir ku ewê dîtana hevalên xwe jî bigire  û piştre tevlî gerê bibe. Nûçe Rûdaw

Advertisements