Jefry Biyogatin: Em karin li dijî topbarana Îranê piştevanîya Iraqê bikin

Nûçexane – Berdevkê hêzên artêşa Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) yên Iraqê Jefry Biyogatin, diyar kir, ew amade ne, ji bo ragirtina topbarana deverên sînorê Iraqê, piştevanîya hikûmeta Iraqê bikin.

Amerîka -ÎranBerdevkê hêzên DYAyê yên Iraqê Jefry Biyogatin, ji Ajansa Nûçeyan a Kurdistan (AKnews) re axivî û diyar kir, divê Îran, hurmeta serwerîya xaka Iraqê bigire û got, heke Îranê hest bi metirsiya “komên dijber” kir, divê digel hikûmeta Iraqê, vê yekê çareser bike.

Biyogatin, wiha pêde çû, “Em ê hemû alîkarîya xwe ya îstixbaratî pêşkêş bikin, lê rola sereke ya hikûmeta Iraqê ye.”

Berdevk Biyogatin, wiha axivî, “Heke hikûmeta Iraqê, daxwaza alîkariyê ji me bike, em ê di warê şêwir, meşq û rahênanê de alîkariyê bikin. Her cihekê bixwazin em amade ne.”

Artêşên Îran û Tirkiyeyê, bi hinceta hebûna kampên hêzên çekdar ên PKK û PJAKê, deverên sînorê Herêma Kurdistanê didin ber topan. Heta niha, gelek zirarên canî û aborî li xelkê deverê ketiye.

Ev yek rastî nerazîbûna rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye. Di vê çarçoveyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, 3yê Tîrmehê, di daxuyaniyekê de, topbarana deverên sînorê Herêma Kurdistan û Iraqê ji aliyê artêşa Îranê ve şermezar kiribû û gotibû, “Ev helwesta Îranê, wê zirarê bide têkiliyên herdu aliyan.” AKnews

Advertisements