Ji goreke komî termên 222 enfalîyên Kurd derket

Nûçexane – Bi hewldana Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê li parêzgeha Dîwaniyeyê 222 termên Kurdên enfalkirî ji goreke komî hatin derxistin.

Di nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Peyamner (PNA) de, hat ragihandin ku, îro li Dîwaniyeyê goreke komî ya ku, termên 222 qurbanîyên Kurd tê de bûn hatîye vekirin. Berpirsê beşa gorên komî yê Dîwaniyeyê Ziyad Kerîm derbarê mijarê de da zanîn ku, dezgeha wan bi hevkariya Komîteya Navnetewî ya Kesên Rewş Nediyar, 6 cihên gorên komî destnîşan kirine û ji wan 3 gor hatine vekirin ku 222 term jê hatine derxistn.

Zîyad Kerîm destnîşan kir ku, ew term hemû yên Kurdan e û bi guleyên rêjîma dîktatorîya Sedam Hisên di sala 1987an de bi komî hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku, 84 gorên komî ji alîyê Wezareta Mafê Mirovan ya Iraqê ve hatîne nîşankirin û heta niha ji wan 34 gor hatine dîtin û vekirin.

Advertisements