Amerîka û Fransayê Sûrîye Şermezar Kir

Nûçexane – Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) û Fransayê ji ber helwestên hikumetê yên li dijî balyoz û konsolosxaneyên wan, Sûrîye şermezar kir.

Hat ragihandin ku, hikûmeta Sûrîyeyê piştî beşdarbûna xwepêşandana Hamayê ya balyozê Amerîkî Robert Ford, li Şamê li ber balyozxaneya Amerîka bi alîgiran xwepêşandanek li dar  xistiye û balyozê Amerîkî şermezar kirine.

Fransayê jî bi gilî û gazincên heman rengî rexne li Sûrîyê girt ku çeteyên bi piştevanîya hikûmetê li ber balyozxaneya wê xwepêşandan pêk anîne.

Dîplomatekî payabilind yê Wezareta Derve ya Amerîkî got, xwepêşanderan bang li balyoz Ford kir ku Sûrîyê biterikîne û bi kevir, şîşe û xwarinan êrîşî avahîya balyozxaneyê kir.

Dîplomatê Amerîkî her wiha got, balyoz Ford nerazîbûna Washingtonê ya li ser bûyerên dawî ku derengîya Şemîyê dawî hatin, di kombûneke ji berê de hatibû amade kirin de gîhande wezîrê derve yê Sûrîyê.

Bi alîyekî din ve, Franseyê gazî li balyozê Sûrî yê li Parîsê kir ku gilîyên xwe li ser zîyana avahîya balyozxaneya li Şamê û konsulxaneyê li Halebê bi fermî ragihîne hikûmeta Sûrî.

Balyozê Amerîkî Robert Ford û Balyozê Fransî Eric Chevallier roja Pêncşemê çûbûn bajarê Hamayê û roja Înîyê jî piştgirîyên xwe ji rûniştvanên bajêr re nîşan dabûn ku bibûn armanca êrîşên hikûmeta Sûrî. Jêder: VOA Kurdî

Advertisements