Demîrtaş: AKP bi me re jî mutabakatê çêkê em ê werin meclîsê

Nûçexane – Serokê Koma BDPê Selahattîn Demîrtaş, piştî ku CHP û AKPê li ser mutabakatê li hev kir, daxuyanîyek ragihand û got, her çend em li derveyî meclîsê bên hiştin û bên avêtin jî em ji bo çareseriyê û diyalogê vekirî ne. Demîrtaş, anî ziman ku CHP û AKP mutabakata di navbera xwe de ji wan vedişêrin û heger AKP wekî CHPê bi wan re jî mutabakatê çêke karin vegerin meclîsê.

Krîza siyasî ya piştî hilbijartina 12’ê Pûşperê/Heziranê her çend di navbera CHP’ê û AKP’ê de bi mutabakatê bi dawî bû jî ji ber ku BDP hêj li dervê siyasetê tê hiştin qirîz bi tevahî dawî nebûn. Ji ber ku YSK’ê der barê Hatîp Dîcle de biryara xistina Dîcle da BDP’ê meclîs boykot kir û hêj didomînin.

Piştî mutabakata di navbera CHP’ê û AKP’ê de Serokê Koma BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, daxuyani da û diyar kir ku mutabakata di navbera CHP û AKP’ê de pêk hat wan eleqeder nake û wiha got: “Ger ku ev mutabakat CHP’ê têr bike baş e. Biryara wan e. Li gorî me mutabakat ne bes û têr e. Bi taybetî em di vê pêvajoyê de li derve tên hiştin. Tê xwestin hin tiştan beyî me li gorî xwe çareser bikin. Ev jî nabe çareserî. Niha BDP li dervê pêvajoya geşedanan hatiye hiştin. Di navbera AKP û CHP’ê de peymana bi dizî hatiye çêkirin.

‘EM VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN’

Demîrtaş, anî ziman ku gotina Serokê Meclîsê Cîçek a “Me bang li BDP’ê kir, lê nehatin” ji ratiyê dûr e. Dixwazçe bi vê yekê ser rastiyan bincil bike. Em dixwazin ku şertên me bên qebûl kirin û pişt re biçin meclîsê. Ji ber vê yekê jî em vêya bang nahesibînin. Ger ku d navbera AKP’ê û BDP’ê dejî mutabakatek çêbibe BDP dikare vegere meclîsê. Lê divê daxwazên BDP’ê bi cih bên. Em her çend li dervê meclîsê bên hiştin û bên avêtin jî em dîsa ji bo çareseriyê û ji diyalgogê re vekirî ne.”

Demiraş, da zanîn ku ji ber hêj pirsgirêk çareser nebûye dê sibê li Amedê BDP, Koma xwe bicivîne û heta biryarek nû bistînin dê biryara xwe ya boykotê bidomînin. ANF

Advertisements