Îran Gefan Li Herêma Kurdistanê Dixwe

Nûçexane – Rayedarekî pilebilind ê artêşa Îranê, îdia kir, Herêma Kurdistanê, “bêyî destûra Bexdayê, 300 hezar hektar erd ji bo avakirina kampan” daye PJAKê û gefa operasyonê li dijî “kampên” PJAKê xwar.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNAyê, berpirsekî pilebilind ê leşkerî yê Îranê, diyar kir ku, ew mafê êrîşa li dijî “kampên terorîstan li Kurdistna Iraqê”, her tim parastî dibînin û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi “xiyanetê” tawanbar kir.

Berpirsê leşkerî yê Îranî, ku navê wî nehatiye eşekerekirin, îdia kir ku, Barzanî “bêyî ku haya Bexdayê jê hebe, ji bo avakrina kamp û amadekariya şerê li dijî Îranê, 300 hezar hektar erd daye rêxistina terorîstî ya PJAKê”.

Artêşa Îranê, bi hinceta hebûna kampên PJAKê li nav xaka Herêma Kurdistanê, gelek caran deverên sînorê Kurdistan û Iraqê dide ber topan.

Ev yek rastî nerazîbûna berpirsên Bexda û Hewlêrê hatibû. Di vê çarçoveyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, 3yê Tîrmehê, topbarana deverên sînorê Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve şermezar kiribû û gotibû, “Ev yek wê zirarê bide têkilîyên herdu aliyan.” AKnews

Advertisements