Qedafî ji bo çakirina navê welatê xwe heyet şand Îsraîlê

Nûçexane – Li gor nûçeyeke rojnameya Îsraîlî ya bi navê Haaretz, 2 dîplomatên Lîbya ji pêwendîdanîn û çakirina navê welatê xwe çûne Îsraîlê.

Hat ragihandin ku, heyeta Lîbya îro gihiştîye Îsraîlê û tê texmînkirin, heyeta ji du kesan pêk tê bixwe kesên nêzî Serokdewletê Lîbya Mûammer Qedafî ne. Her ku ji alîyê Wezareta Karûbarên Derve ya Îsraîl ve hevdîtinên dîplomatên Lîbya nehatîye pîştrastkirin jî, tê ragihandin ku, heyetê bi payebilindên Îsraîlê re hevdîtin pêk anîne û bi wezîrê karûbarên hundir yê berê û parlemenê niha Mayir Şîtrît re jî hevdîtinek pêk anîye.

Şîtrît piştî vê hevdîtinê ji radyoya Amerîkî-Îsraîlî re ragihandîye ku, heyetê projeyên xwe yên  aborî yên taybet pêşkeşî wan kirine.

Advertisements