BDP û AKPê li ser rêbazê li hev nekir

Nûçexane – Serokê Koma BDPê Selahattîn Demîrtaş, piştî civîna li parlemena Tirkiye ya bi rêvebirên AKPê re pêk anî, bi hêvî axivî û got, ‘Li ber sîyaseta demokratîk asteng hene. Ji bo rakirina van em ê tev bihevre bixebitin’. Piştî civînê hat ragihandin ku, li ser rêbaza lihevkirinê hê jî encamek derneketîye holê û çav li rê ye sibe yan jî du sibe dîsa bicivin.

Serokê Koma Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, piştî kombûna herdu heyetên AK Partî û BDPê ku, bi serokatîya Serokê Parlemena Tirkiye Cemîl Çîçek pêk hat, rewşa dawî ya ji bo lihevkirinê nirxand.

Demîrtaş diyar kir ku, civîna îro baş derbas bûye û herdu alîyan şertên xwe raxistine ber pêş çavan. Selahattîn Demîrtaş ragihand, dibe ku sibe yan jî du sibe dîsa werin cem hev û got ku, ew ji bo encameke erênî bi hêvî ne. Serokê Koma BDPê Demîrtaş, da zanîn ku, kêşeyên herî girîng ên Tirkiyeyê encex bi dîyalogê karin çareser bibin û wiha domand: “Ez bi wê hevîyê me ku krîz bi hevdufahmkirineke baş karin çareser bibin. Li ber sîyaseta demokratîk asteng hene. Ji bo rakirina van em ê tev bihevre bixebitin.”

Erdogan: Ji bo sondxwarinê em tu şertan qebûl nakin

Serokwezîrê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan jî piştî civîna meclîsê berê êvarê li ser pirsa rojnamevanan got ku, li ber sondxwarinê ew tu şert û mercan qebûl nakin û wiha axivî: “Me bi partîya mezin a mixalefetê re çawa li hev kiribe, hêvîdarim bi BDPê re heman tişt bibe.”

Erdogan, li ser makezagoneke nû jî da zanîn ku, di pêvajoya makezagona nû de her tişt dikare bibe mijara muzakereyan, werin em bihevre li dora masê rûnin. Kurdî: Nûçexane

Advertisements