Civîna BDP û AKPê dest pê kir: Mutabakatek tê hêvîkirin

Nûçexane – Civîna AKP û BDPê ya ji bo dawîlêanîna krîza sondxwarînê li salona Dîwana Serokatîyê bi beşdarîya rêvebirên herdu partîyan di demjimêr 13:00 de dest pê kir.

Berî hevdîtinê û destpêkirina muzakereyan parlementerên BDP bi serokê Parlementoya Tirkiye (TBMM) Cemîl Çîçek re civîyan. Di civîna ku bi serokatîya Cemîl Çîçek, li ser rakirina boykota meclîsê ya BDPê tê kirin de, cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay, wekîlên serokê koma AKPê Nurettîn Canikli û Ahmet Aydin û Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Haluk Îpek jî amade bûn.

Ji BDPê jî serokê koma BDPê Selahattîn Demirtaş, wekîlên serokê komê Pervîn Buldan, Hasîp Kaplan û parlementera Sêrtê Gultan Kişanak nûnertîya partîya xwe di civînê de dikin.

Hêjayî gotinê ye, CHPê jî piştî civîneke bi vî rengî ku, bi rêvebirên AKPê re mutabakat pêk anîbû biryara sondxwarinê dabû û piştî rojekê parlementerên CHPê li parlementoyê sond xwaribûn. Nûçexane-Ajans

Advertisements