Hikûmeta Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo derîyekî nû peyman îmze kir

Nûçexane – Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê ji bo vekirina derîyekî nû peyman îmze kir. Li gor peymana hatîye danîn, wê derîyê nû yê sînor li devera Şînava bê vekirin.

Di nûçeyeke Kurdistan TVyê de hat ragihandin ku, nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê doh li Duhokê civîyane û di encama nîqaşên her sê alîyan de ji bo vekirina derîyekî nû yê sînor biryar hatiye girtin. Hat ragihandin ku, di encama civînê de, di navbera Hikûmeta Kurdistan û Hikûmeta Tirkiyeyê de, li devera Şînava ji bo vekirina derîyê sînor peymanek hatiye îmzekirin.

Advertisements