Li Kerkûkê Konsolosxaneya Amerîka Vedibe

Nûçexane – Serokê Tîma Avakirinê (PRT) û Konsolê Amerîka yê Kerkûkê eşkere kir ku wê hefteya bê bi awayekî fermî li Kerkûkê konsolxaneya Amerîka vekin û ev bajar qet ne bermîla barûdê ye.

Di merasîma xatir xwestinê ya Serokê Tîma Avakirina Kerkûkê (PRT) Filcher Porten de, Parêzgar û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê raghandin ku xebatên konsolê Amerîka yên ji bo Kerkûkê pir bi wefa bûn û gotin: ‘’Em hêvîdarin ku dostaniyek xurt di navbera Kerkûkê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de dirûst bibe.’’

Konsolê Amerîka yê li Kerkûkê Filcher Porten ji rojnameya Aso re got: “Wê hefteya bê konsolê nû dest bi kar bike û wê bi awayek fermî konsolxaneya Amerîka li Kerkûkê dest bi kar bike. Ev jî yek ji wan sê konsolxaneyên ku piştî Hewlêr û Besra li İraqê tên vekirin.”

Porten di dirêjiya axaftinên xwe de dibêje: “Nasnavê Kerkûk gelek ji wê bilindtire ku ya li welatên derve heye” û tekez li ser wê yekê kir ku “Kerkûk qet ne bermîla barûtê ye û min di karên xwe yên li vê derê de salek pir bextewar borand. Baweriyek min ya zêde bi kesayetên li bajêr ên ji bo çareserkirina dosyeyan heye.”

Filcher Porten wiha axifî “Ez bi xem vî bajarî bi cih dihêlim, lê ez hêvîdarim ku salek din bêm serdana Kerkûkê û bibînin hê zêdetir ber bi pêş ve çûye.”

Serokê Tîma Avakirinê (PRT) û Konsolê Amerîka yê li Kerkûkê Filcher Porten axaftina xwe wiha qedand: “Dema erkê karkirinê li Kerkûkê spartin min, şerefek zêde pêşkêşî min kirin. Bi vê yekê jî berî bêm Kerkûkê, min wateya vî bajarî bi rêya hevalên Kerkûkî dizanî.” Rûdaw

Advertisements