Talebanî Salvegera Şoreşa Fransayê Li Sarkozy Pîroz Kir

Nûçexane – Serokomarê Iraqê Rêzdar Celal Talebanî salvegera şoreşa Franceyê li serokomarê Fransayê Nicolas Sarkozy pîroz kir.

Serokomarê Fransayê Nicolas Sarkozy û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî

 

Di birûskeyeke xwe de, bi helkefta salvegera şoreşa dîrokî ya Franceyê,  serok Talebanî  bi navê xwe û bi navê tevahiya gelê Iraqê germtirîn pîrozbahî pêşkêşî serokê Franceyê Nikolay Sakozy kir.

Di dirêjahiyabirûskeyê de, serokomarê Iraqê da wiha hat gotin: “Ew dirûşmên ku ji aliyê şoreşa Franceyê ve hatine gotin, di roja îro de, yek ji berhemên serfiraziya gelan e û hemû milet germ kir da ku azadî û mafên xwe bixwazin. Wek tê zanîn em li Iraqê ji rêjîma dîktatorî rizgar bûn û niha jî pêwendiyên Iraq û Franceyê gelek baştir bûne.”

Di dawiya birûskeyê de, serok Talebanî tekez li ser bihêzkirina û berdewemiya pêwendiyên herdu welatan kir û serkeftin û serfirazî ji gelê Franceyê re xwest. Jêder: Pukmedia

Advertisements