Herêma Kurdistanê rojane 175 hezar bermîl petrola xav dişîne derve

Nûçexane – Wezîrê Samanên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî daxûyakirin ku, rêjeya rêkirina petrola İraqê ya xav li Herêma Kurdistanê di rojekê de gihîştiye 175 hezar bermîlan.

Wezîrê Samanên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî doh li Londonê tevlî konferansek taybet bi petrola İraqê bû. Hewramî di wê konferansê de got: “Di meha xezîranê de rêkirina petrola xav a İraqê ya li Herêma Kurdistanê di rojekê de ji 75 hezar bermîl bo 175 hezar bermîl bilind bûye.

Hewramî wiha axifî: Di meha sibata borî de qezenca firotina petrola Herêma Kurdistanê gihabû 2 milyar dolara, Kurd nîvê wî pereyî werdigrin û ji bo pereyên kompaniyên ku herêmê peyman digel wan îmze kiriye bide. Ew jî li gor peymana digel Hikûmeta Federal ya Bexda ya li sala 2010ê ku Bexda hat îmzekirin. Rûdaw

Advertisements