Ji bo Alaya Kurdistanê konferansek tê lidarxistin

Nûçexane – Koma Ala Kurdistanê, bi beşdarîya nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê li Duhokê wê koferansa Ala Kurdistanê saz bike.

Berpirsê Koma Ala Kurdistanê Lawan Heyderî ku li Başûrê Kurdistanê faliyetan rêve dibe, diyar kir, di alaya ku Kurd bikartînin de hinek cûdahî hene û got, wan ji bo xebatê destûr ji Serokatiya Herêma Kurdistanê xwestiye.

Heyderî diyarkir ku, dema destûr girtin, ewê li Dihokê ji her çar parçeyên Kurdistanê partî û derdoran wê Konferasna Ala Kurdistanê durist bikin.

Heyderî bilêv kir ku, em dixwazin yek al li her çar parçeyên Kurdistanê bi heje, her wiha Heyderî anî ziman ku, “Me li ser vê mijarê li gel nûnerên parçeyên din jî nîqaş kiriye, ger proje bê rewşekî pêkanînê, di nava 6 mehên bêt de wê li gel nûnerên parçeyên din û bi tevlîbûna hêzên siyasî wê li Dihokê Konferansek were pêkanîn.” Kurdî: ANF

Advertisements