Amerîkayê 5 rayedarên rêjima Sedam radest kir

Nûçexane – Hat ragihandin ku, Hêzên Amerîkayê 5 berpirsên rêjima berê ya Iraqê radestî Wezareta Dadê ya Iraqê kir.

Her wiha hat zanîn ku di nav wê komê de 2 birayên Sedam Hisên jî hene ku fermana darvekirinê li ser wan heye.

Navê wan kesan wiha ne: Wetban Îbrahîm, Seb`awî Îbrahîm (herdu birayê Sedam in), wezîrê berevanî yê rêjima berê, Sultan Haşim û her wiha efserekî paye bilind ê wê rêjimê yê bi navê Hisên Reşîd û Ezîz El-Nûman jî yek ji payebilindê din yê wê rêjimê bû. Jêder: Pukmedia

Her wiha hat zanîn ku ew 5 kesan li gel 200 tometbarên dî li girtîgeha Amerîkî ya li nêzîkî firokexaneya Bexdadê, dihatin ragirtin.

Advertisements