Berhem Salih: Topbaran Arîşeyan Çareser Nake

Nûçexane – Serokê Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih li hember berdewamîya topbarankirina deverên sînorîyên Herêma Kurdistanê ji alîyê supayê Îranê ve bi tundî gilî ji berpirsên Îranî kir û got, rêya çereserkirina arîşeyan topbarankirin nîn e.

Dr. Berhem Ehmed Salih serokê wezîrên hukûmeta herêma Kurdistanê roja pêncşemê di dêrendaza salvegera pencan a damezirana muzexane û şûnwarên dîrokî ya Silêmanîyê de û got: ”Me dewletên cîran ji egerên dilgiranîya xwe li hember topbarana deverên sînorîyên herêma Kurdistanê agahdar kirine”.

Serokê wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê her wisa daxûyakirin ku, ”di navbera wan guftûgoyên hatine encamdan de, me ragihandiye ku topbaran rêya çareserkirina arîşe û giriftên ewladarîyê li deverên sînorî nîn e”.

Hêjayî gotinê ye, ku topxaneyên supayê komara îslamîya Îranê di wan çend salên bihûrî de û bi taybetî jî di navbera van du hefteyên bihûrî de, bi giranî deverên sînorîyên herêma Kurdistanê toparan kirine.

Di encama topbaranan de gelek zirarên madî û gîyanî ber xelkê deverên sînorîyên herêmê çêbûne û gelek kes jî li cih û warên xwe mişext (aware) bûne û bi dehan gund jî vala bûne. Jêder: PNA

Advertisements