HPGê li ser bûyera Ferqînê daxûyanîyek ragihand

Nûçexane –  Derbarê pevçûna 14’ê Tîrmehê li çoltera navçeya Farqînê ya Amedê qewimî de HPG’ê daxûyaniyekê nivîskî belav kir. HPGê ragihand ku di pevçûnê de 20 leşker mirine û 2 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest daye. HPGê her wiha ragihand ku, 5 kesên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane kontrayên bi cilûbergên gerîla ne. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (NRÇ-HPG) ragihand ku ‘operasyona jinavbirinê’ di 11’ê Tîrmehê de bi beşdariya 5 hezar leşkeran li dijî Reşanê, Banitmê, Zilek, Şêlima, Hindês, Dehla Zirê, Geliyê Godernê, Goma Çalê, Mala Gir û li derdora van deverên ku dikevin sêgoşeya navçeya Farqîn, Pasûr û Licê yên Amedê, hatiye destpêkirin.

5 HEZAR LEŞKER BEŞDARÎ OPERASYONÊ BÛNE

NRÇ-HPG’ê da zanîn ku roja 14’ê Tîrmehê ku roja çaremîn a operasyonê bû, di derdora demjimêr 15:00’an de li deverên Cûmatê, Zilek û Şêlima li cih û xalên cûda pevçûn qewimîne. NRÇ-HPG’ê da zanîn ku seranserê wê rojê pevçûn berdewam kirine û di pevçûnan de artêşa Tirk bi armanca ku yekîneyên gerîlayan ji nav bibe, ji bejahî û hewayî herêm bi çekên giran bombebaran kiriye.

20 LEŞKER MIRINE

NRÇ-HPG’ê da zanîn ku di pevçûnên qewimî de 20 leşker mirine û gelek leşker jî birîndar bûne. Her wiha NRÇ’ê diyar kir ku jimareya mirî û birîndaran hê zêdetir e.

DI NAV MIRÎYAN DE 5 KONTRAYÊN KU BI CILÛBERGÊN GERÎLAYAN HENE

NRÇ-HPG’ê ragihand ku di nav leşkerên mirî de 5 ji wan kontrayên ku cilûbergên gerîlayan lêkirî bûne. Her wiha NRÇ’ê diyar kir ku di pevçûnan de gerîlayan dest daye ser 2 adet sîlehên cûr BKC û adetek sîleha melez.

NRÇ-HPG’ê ragihand k piştî pevçûnan, operasyonên leşkerî bi berfirehî berdewam dikin û her bîskek/gav rê li ber egera pevçûnên nû vekiriye.

AGAHDARÎYA 7 WINDAHÎYAN NE RAST E

NRÇ-HPG’ê di pevçûna li Çoltera Farqînê de derbarê windahiyên gerîlayan de agahiyên rayedarên dewleta Tirkiye, derew derxist û da zanîn ku daxûyanî û agahiyên nakok ên rayedarên dewleta Tirk didin ku dibêjin ‘7 gerîla mirine’ ne rast e, derew e. NRÇ’ê da zanîn ku di pevçûna çoltera Farqînê de 2 gerîlayan ‘bi lehengî ber xwe dane’ û şehîd ketine.

NASNAMEYA 2 GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE

NRÇ-HPG’ê nasmeya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir:

*Zekî Çolaker, bi nasnav Canfeda Dag, di 1982’yan de li Wanê ji dayîk bûye, di 2004’an de tevlî refên gerîlayan bûye.

*Mehmet Kocakaya, bi nasnav Şoreş Amed, di sala 1989’an de li Amedê ji dayîk bûye, di 2010’an de tevlî refên gerîlayan bûye. ANF KURDÎ

Advertisements