Kurd beşdarî Festîvala Kulturê Gelan a li Hirvatistanê dibin

Nûçexane – Koma Mîllî ya Silêmaniyê û Koma Nalî, wê 18ê vê mehê beşdarî Festîvala Kulturê Gulan a 45an ya li Hirvatistanê ku 4 rojan dom dike bibin. Ev Festîvala kulturî ji salane alîyê UNESCO ve tê pêkanîn.

Di civîneke rojnamegeriyê ku li Otel Şîraton a li Hewlêrê pêk hat de, nûnerê koma muzîkê ya Nalî Sefîn Salih ragihand ku, ew ê bi armanca beşdarîkirina Festîvala Kulturê Gelan ya 45an, ber bi Hirvatistanê birêkevin.

Salih got, “Şandeya koma me ji 10 hunermendan û Koma Mîlî ya Silêmaniyê jî ji 14 hunermendan pêk tê.”

Navborî da zanîn ku ew dê bi navê kurd beşdarî festîvalan bibin û pareyê serdan û beşdarîkirinê ji aliyê hevsera serkomarê Iraqê Hêro Ehmed Îbrahîm ve hatiye dabînkirin û parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî ji wan re vîze dabîn kiriye.

Festîvala Kulturê Gelan, salane ji aliyê UNESCO ve bi beşdariya dehan welat û neteweyan tê pêkanîn. AKnews

Advertisements